Rihayî (devok)
devok a rojava
(Ji Urfî hat beralîkirin)
Urfî an rihayî devoka kurmancî ya herêma Rihayê u Semsure ye. Ev devok nêzîkê kurmanciya li navçeya Kobanê ya ku dirêjiya deştê Sirûcê ye. Lê hejmarên kobaniyan wek yên kurmanciya navîn in.
Devoka Rihayî an Urfî | ||
---|---|---|
Kurmancî | ||
Welatên lê tê axaftin | Kurdistan | |
Herêm | Riha, Adiyeman | |
Axiverên zimanê zikmakî | − | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | – |
Hin taybetiyên urfî/rihayî
biguhêreGotinên taybet
biguhêreHinek gotinên taybet ên devokê hene, li gorî bikaranîna van gotinan meriv kare kurdên Rihayî nas bike. Ew gotin ji aliyê kurdên Rihayê ve tên bikaranîn:
- Bê = Bêje
- Çito an jî Çitonî? = Çawa?
- Çira? û Çiro? / (Ji) Çi re = Çima?
- E dorim mol / Ez diherim = Ez dicim mal
- E = Ez
- Honî / Wihonî = Wiha
- Wanî= Wiha
- Kîcox? / Kî çax? (Di kîjan çaxê de?) = Kengê?
- Kînga= Kengî?
- Meke (Neke) - Mekene (Nekene) - Mebê -... (Ji boy gelek hevokên împeratif li cihê "ne-", "me-" tê bikaranîn)
- No = Na
- Werganî û Wergonî = Wisa
- Li cihê gotina "ku" pir caran gotina "ge" (ger) an jî 'ke' (ku) bikaranîn. Mînak: E noxozim ge tu herî.
Hejmar
biguhêreHinek hejmarên kurmanciya rast bi awayeke din tên gotin. Ew bi taybetî ev hejmar in û hertim wisa têne gotin:
- Dudu / Dido = Du
- Sisê = Sê
- Nehe = Neh
Wekî din, hinek hejmarên din ên taybet wisa ne:
- Dewûyek (Deh û yek) = Yazdeh
- Dewûdudu / Dewûdido (deh û du) = Diwazdeh
- Dewûsisê (deh û sê) = Sêzdeh
- Dewûçor (deh û çar) = çardeh
- Dewûpênc (deh û pênc) = Panzdeh
- Dewîses (deh û şeş) = Sesdeh
- Dewûheft (deh û heft) = Heftdeh
- Dewûnehe (deh û neh) = Nozdeh
Axaftin
biguhêreGelek caran tîpa a wek tîpa o tê gotin. Car caran tîpa e jî wisa tê gotin.
Mînak: Hevoka "Ez dixwezim ji te re bêjim ku tu neçî mal" wisa tê xwendin:
- E dixozime ji te ro bême ge tu merî mol.
- E dxozme j'te ro bême ke tu merî mol.
Ev gotara ji bo Rihayê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |