Teşeyên helbesta kilasîk
Helbesta kilasîk a kurdî, li gor belge û helbestên nivîskî ku destê me de mane helbesta kurdî bi Eliyê Herîrî destpê dibe û bi hatina Melayê Cizîrî û Xanî xurt dibe û heya îro li nav hemû dewerên kurdnişîn de didome. Dema em basa helbesta kilasîk dikin em ji alî şikl û sûretê helbestê ve li helbestê dinêrin û wate û derûniya helbestê ne pirr girîng e, yanî em tenê qala helbestên kevnar yên ku zêde olî û irfanî ne nakin û her helbesta ku taybetmendiyên helbesta kilasîk berçav bigire di nav mijara me de cih digire, niha wate dixwaze ol û irfan be, dixwaze evîn be, dixwaze mijarên nûjen û modern bin yan her mijareke din. Helbesta kilasîk gelek qalibên taybet bi xwe hene ku hinek ji wan zêdetir hatîne bikaranîn û zêdetir nasiyar in. Berî em biçin ser qalibên helbesta kilasîk em ê bizanin ku helbesta kilasîk ji kîjan pêkhateyan pêk hatiye.
Pêkhateyên helbesta kilasîk
biguhêreRêzik (misre'i)
biguhêreKurttirîn û piçûktirîn pêkhateya helbestê ye û bi tena serê xwe nikare were. Di helbesta kilasîk de du rêzik gel hev malikekê çêdikin. Dawiya her rêzika cot jî bi redîf yan qafiyeyê diqede.
Mînak:
(Şêx Evdirehmanê Axtepî)
Pur hezîn im, dûridest im, xurbetê dil kir kebab (Rêzika yekem)
Dûr û mehcûr im ji yara nazika alîcenab (Rêzika duyem)
(Seydayê Tîrêj)
Bes e cilka xewê bavê, li te şerm e tu razabî (Rêzika yekem)
Bizane ku cîhan dewr e, divê her dem tu pê ra bî (Rêzika duyem)
Malik (beyt)
biguhêreKêmtirîn pêkhate ye ku dikare bi serê xwe helbest bête hesibandin û helbest dikare tenê yek malik jî bibe. Malikek ji du rêzikan pêk tê û çawahiya hatina qafiye û redîfê di dawiya malikan de qalibê helbestê diyar dike.
Mînak:
Melayê Cizîrî [1]
Îd e û her kes ji dîdara te lê pîroz e îd
Ez tenê mehrûmê dîdar im bi sed menzil beîd
(malika yekem)
Her seher dinhêrim ez cana bi ahan ra ji dil
Barek-el-barî bi îs’adin eleyha yewme îd
(malika duyem)
Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî
Înne kelben basîten dehren zîra en bîl wesîd
(malika sêyem)
Redîf
biguhêreBi peyvên hevwate û wekhev ku di dawiya malikan de tên redîf tê gotin. Hebûna redîfê di helbestê de ne îcbar e û bi heskirina helbestvan redîf dikare hebe yan nebe. Dema helbestekê de redîf hebe dibe peyvên pêş redîfê de tên hevqafiye bin, yanî redîf bê qafiye û bi tenê nikare were.
Mînak: ( Ehmedê Xanî )
[2]
Serwa me bi zerzeng û hezar îşwe û meş hat
Aşiq kirin ehya li reqîban ku nexweş hat
Sunbul kemilandin gul û lale xemilandin
Reyhan şitilandin li roxan taze binefş hat
Ten der ve nebû qet nedida bexti guşadek
Rû da me şukur keibeyê talii ku du şeş hat
…
Di vê helbestê de peyva Hat wek redîf hatiye bikaranîn û her wek tê dîtin peyvên beriya wê hevnewa û hevqafiye ne.
Qafiye
biguhêreBi peyvên hevnewa ku herî kêm du tîpên wan yên dawiyê weke hev bin û di dawiya malikan de tên qafiye tê gotin.
- Nîşanên pirjimariyê ku dawiya navdêran we dizeliqin nikarin weke qafiye bêne hesibandin.
(Mînak sêvan û destan û berxan ne hevqafiye ne)
(Tehsîn Doskî)
Cejn e û alem hemû rabûne keyf û xwoşiyê
Bes dilê jar û reben yê kevtiye bêhoşiyê
Newa (wezn, kêş)
biguhêreÇawahiya rêzbûna kîteyên kurt û dirêj û rîtm û awaza ku di her rêzika helbestê de heye newaya helbestê diyar dike û di helbesta kilasîk de newa û kêşa hemû rêzikên yek helbestê dibe mîna hev be. Mînak tewayî dîwana Mem û Zînê ser yek newayê hatiye hûnandin. Mijara Kêş û newaya helbesta kilasîk gelek berfireh e û em ê di beşek cida de li ser wê bisekinin.
Mînak: (Melayê Cizîrî)
Kesê mihnet dî û firqet, vexwarî cureya hicrê
ke, sê, mih, net, di, yû, fir, qet, ve, xwa, rî, cur, e, ya, hic, rê
-/// , -///, -///, -///
Girî wan tê bi halê min di vê hicran û cecrê da
Gi, rî, wan, tê, bi, ha, lê, min, di, vê, hic, ra, nû, zec, rê, da
-///, -///, -///, -///
Qalibên helbesta kilasîk
biguhêreHelbesta kilasîk di gelek şikl û qaliban de hatiye hûnandin lê hinek qalibên wê ji hemiyan zêdetir hatîne bikaranîn ku em ê li ser wan bisekinin û taybetmendiyên her yekê bidin nasandin.
Mesnewî
biguhêreMesnewî ew cur helbest e ku her malika wê qafiyeya serbixwe heye, yek ji qalibên herî kevnar e û taybet ji bo hemase, çîrok, destan û serbihorî û mijarên dirêj tê bikaranîn. Mînakên pirr zêde ji bo qaliba mesnewî di nav helbesta kurdî de hene ji wan mirov dikare Mem û Zîn a Xanî, Seyfilmilûka Siyahpûş, Mewlûda Melayê Bateyî, Dîwana Mele Ehmedê Palo, Dîwana Şêx Eskerî û hwd nav bibe. Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba mesnewiyê de viha ye:
1) -------------a -------------a — Mesnewî
|
[3] — Mela Ehmedê Palo
|
Qesîde
biguhêreQesîde ew cur helbest e ku rêzika wê ya yekem di gel hemû rêzikên cot hevqafiye be û hejmara malikên wê ji pazdeh malikan zêdetir be. Mijara qesîdeyan di helbestên kilasîkên berê de zêde medh û sena, şîret û nesîhet, hîkmet û îrfan û … ye lê helbestvanên hevdem mijarên civakî û siyasî û … jî di qalibên qesîdeya de hûnandîne. Feqiyê Teyran gelek qesîde hûnandine û zêdeyî helbestvanên kilasîk kêm û zêde qesîde jî di nava helbestên xwe de hene.
Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba Qesîdeyê de viha ye:
1) -------------a -------------a — Qesîde
|
Mînak:
[4] — Fethî
|
Xezel
biguhêreXezel ew cur helbest e ku rêzika wê ya yekem di gel hemû rêzikên cot hevqafiye be û hejmara malikên wê herî kêm 5 û herî zêde 12 heya 17 malikan be. Pirrhejmartirîn qaliba helbesta kilasîka kurdî ye û ji her qalibî zêdetir hatiye bikaranîn. Mijara wê zêdetir evîn û îrfan e lê helbestvanên hevdem Xezelê ji bo hemû mijarên ciwakî bi kar tînin. Xezel qalibeke helbestê ye ku hem pirr tê heskirin û hem zêde tê jiberkirin. Em dikarin bibêjin Dîwana Melayê Cizîrî mizintirîn û menzûmeya Xezela kurdî bidin nasandin wekî din dehan helbestvanên mezinên xezelnivîsên kurd hene ku ji wan mirov dikare Xanî, Bateyî, Nalî, Mehwî, Wefayî, Hêmin, Palî, Fethî, Şêx Evdirehmanê Axtepî, Şêx Eskerî, Siyahpûş û … nav bibe.
Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba xezelê de mîna qaliba qesîdeyê û viha ye:
1) -------------a -------------a — Xezel
|
Mînak:
Ah ji derdê dilberê dîsa me dil bû parepar — Mela Eliyê Êrsî
|
Mustezad
biguhêrePeyva mustezadê bi wateya zêdebûyî ye û helbesta mustezad di şiklê xwe de wek Xezelê ye lê nîvrêzikek bi dawiya her rêzikê we zêde dibe û qafiyeya nîvrêzikê mîna rêzika pêşiya xwe ye.
Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba mustezad de viha ye:
— Mustezad
|
Mînak:
[5] — Mela Elîyê Êrsî
|
Musemmet
biguhêreMusemmet helbestek e ku ji çend riste û bendan pêk tê. Her riste dikare ji du heya zêdetir ji 10 malikan pêk were û qafiyeya hemû malikên her risteyê dibe mîna hev be lê qafiyeya risteyên cida ne mîna hev e. di dawiya her risteyê de jî malikek bi navê bend tê û qafiyeya hemû bendan jî wekî hev e.
Çawahiya hatina qafiyeyê di dawiya riste û bendên qaliba musemmet de viha ye:
(Riste1)
(Bend)
(Riste2)
(Bend)
(Riste3)
(Bend) — Musemmet
|
Mînak:
Îro mi dî weqtê seher — Melayê Cizîrî
|
Çarîn (rubaî)
biguhêreÇarîn (rubaî[6]) ji çar rêzikan pêk tê û rêzika sêyem gelek caran qafiye tineye. Mijara wê evîn, îrfan an felsefe ye.
Çawahiya hatina qafiyeyê di helbestên çarîn de viha ye:
1)-------------a -------------a — Çarîn
|
Mînak:
[7] — Seyîd Celal Nizamî
|
Cureyek ji çarînan jî heye ku jê re Dubeytîtê gotin ku ew jî eynî mîna çarînê bi çar rêzikan çêdibe û zêdetir di nava gundî û mirovên helbesthezên ne pispor de hatiye bikaranîn. Mînaka herî navdar bo vê helbestê Baba Tahirê Uryan e.
Mînak: (Baba Tahir)
Dilim ez derdê te daîm xemîn e
Be balîn xiştim û bester zemîn e
Hemîn cûr mim kê mû te dost dîrim
Zi her kêet dost dîre hal în e
Wek pêşiyê de me got gelek qalibên helbesta kilasîk hene lê hinek ji wan di nav helbestvanên kurd de kêmtir hatîne bikaranîn. Di dewamê de em ê bi kurtasî li ser hinek qalibên din jî bisekinin.
Qit'e (qet'e)
biguhêreQit'e herî kêm ji du malikan pêk tê û tenê rêzikên cot hevqafiye ne. Mijara wê li ser yek tiştî ye û zêdetir exlaq û civak û şîret tê de tê berçav.
Çawahiya hatina qafiyeyê di qaliba qit'eyê de viha ye:
— Qit′e
|
Mufred (tekbeyt, ferd)
biguhêreMufred (tekbeyt, ferd[6]) tenê yek malik e û durêzikên wê carna qafiye hene û carna nînin. Helbestvan hemû mebest û armanca xwe tenê di yek malikê de dibêje û zêdetir ji bo şîretên exlaqî tê bikaranîn.
Mînak: (Helbestvan: Nediyar)
Pirr bixwîne kêm bizane qur bi ser
Kêm bixwîne pirr bizane gul bi ser
Wate: Xwendina baş ev e ku xwîner bi başî tişta xwendî fêr bibe ne ku ger mirov rojê 1000 rûpelan bixwîne û çi tiştî jê fêr nebe kareke bêsemer e.
Tercîibend
biguhêreTercîibend[8] helbestek e ku ji çend xezel an qesîdeyên hevnewa û hevwezn lê bi qafiyeyên cuda pêk tê û malikeke bi qafiyeya cuda di navbera hemû xezelan de tekrar dibe.
Çawahiya hatina qafiye û bendan di qaliba tercîibend de viha ye:
(Xezela yekem)
(Bend)
(Xezela duyem)
(Bend)
(Xezela sêyem)
(Bend) — Tercîibend
|
Mînak:
Enwera rengifirişte beşera horîsirişt — Melayê Cizîrî
|
Terkîbbend
biguhêreTerkîbbend[8] helbestek e ku ji çend xezel an qesîdeyên hevnewa û hevwezn lê bi qafiyeyên cuda pêk tê û malikek di navbera hemû xezelan de her car bi qafiyeyeke cuda tê. Tenê ferqa wê di gel tercî'bend ev e ku di terkîbbendê de malika navbera xezelan de xweser e.
Çawahiya hatina qafiye û bendan di qaliba terkîbbend de viha ye:
(Xezela yekem)
(Benda yekem)
(Xezela duyem)
(Benda duyem)
(Xezela sêyem)
(Benda sêyem) — Terkîbbend
|
Çavkanî
biguhêre- ^ Melayê Cizîrî - Dîwan
- ^ Ehmedê Xanî - Dîwan
- ^ Mela Ehmedê Palo - Dîwan
- ^ Dîwana Fethî
- ^ Mele Eliyê Êrsî - Dîwan
- ^ a b P. Cihanî, "Qalibên helbesta kurdî 2", di kovara Sirweyê de, 97-98:1373/1994
- ^ Hizr û Hêvî, Seyîd Celal Nizamî, Weşanên Huseynî, Ûrmiye
- ^ a b P. Cihanî, "Qalibên helbesta kurdî 1", di kovara Sirweyê de, 95-96:1373/1994
- Walî Bedelpûr
- Qalibên Helbesta Kilasîk
- [1]
- 4. رضا براهنی، طلا در مس، جلد اول، ص ۷۶–۷۳، چاپ اول، انتشارات زریاب، ۱۳۸۰، تهران.
- 5. همایی، جلالالدّین. فنون بلاغت و صناعات ادبی، جلد اوّل (صنایع لفظیِ بدیع و اقسام شعر فارسی)، چاپ سوم، انتشارات توس، تهران، .