Walî Bedelpûr di roja 27ê sibata 1988an de li bajaroka Nûşîn Şehir a bajarê Ûrmiyeyê ji dayîk bûye[1]. Helbestvanekî kurd e û bi terza klasîk bi zimanê kurdî helbestan dinivîse[2].

Walî Bedelpûr
2018
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Zêdetir ji 100 helbest heya niha nivîsîne û ta niha 2 pirtûkên helbestan çap kirîne.[çavkanî hewce ye]. Zêde helbestên evîndarî dibêje lê di helbestên wî de xweza, welat û netewe, civak û malbatê jî cihek taybet hene[3].

Walî ji bilî helbestan, Nermalav û Appên telefonan jî çê dike û heya niha çend Appên kurdî jî çêkirine, wekî Telegrama Kurdî, Nermalava Rojhejmêra Kurdî, Nermalava Kaniya Helbestan, Leyîstoka Ew çi ye?, Stranên Kurmancî û hwd[4].

Pirtûkên wî biguhêre

  1. Kaniya Pêncçavî (Çapbûyî - Weşanên Sîtav 2019))
  2. Êvarên Payîzî (Çapbûyî, Weşana Pênivîs, Tehran, 2021)

Appên wî biguhêre

  1. Kaniya Helbestan
  2. Rojhejmêra Kurdî
  3. Telegrama Kurdî
  4. Lîstoka Peyvan
  5. Ew çi ye?
  6. Stranên Kurmancî

Çavkanî biguhêre