Refîq Hilmî
Refîq Hîlmî (1898–1960) dîroknas, nivîskar û ramyarekî kurd bû ku li Kerkûkê ji dayik bû. Ew di 1938an de damezrênerê partiya kurdî Hîwa bû û nivîskarê gelek pirtûkên li ser dîroka Kurdistanê û zimanê kurdî bû. Piştî ku li Silêmanî û Bexdayê dibistan xwend, li Akademiya Leşkerî û Dibistana Teknîkî ya Stenbolê xwendina xwe domand.