Hîwa yan Hîvî yan jî Hêvî rêxistina ku li sala 1939ê ji aliyê şêwirmenê Şêx Mehmûdê Berzencî, Refîq Hilmî ve bi awayeke veşartî hate damezrandin. Di serdema şerê cîhanî yê duyem de hêza xwe mezin kir. Lê li sala 1944ê belav bû. Rêxistin bû sê parçe, hindek tevlî Partiya Komûnîst ya Iraqê bûn.Hindek tevlî Partiya Şoreş 1945, hindek jî tevlî Partiya Rizgarî 1945 bûn. Di encama yekitiya van partiyan de Partiya Demokrat a Kurdistanê ava bû.

Têkiliyên Hîwa (rêxistin) û Komeley Jiyanewey Kurdistan wî wextî gelek xurt bûn.

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre