Komeley Jiyanewey Kurdistan

Rêxistek kurd yên neteweyî

Komeleya Vejiyana Kurdistan an jî Komeley Jiyanewey Kurdistan di nava Şerê cîhanî yê duyem de wek encam ji layê elît, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ve, di 16 gelawêja 1942yê de ev rêxistin bi awayek nepenî hate ava kirin. Serokê vê rêxistinê Ebdurehman Zebîhî bû.

Di avakirina vê rêxistinê de alîkarî ji Hîwa (rêxistin) hate xwestin. Avakerê Hîwayê Mîrhacê Zaxoyî alîkarî kir [1]

Endambijartina komeleyê jî gelek balkêş bû. Ji ber ku tenê kesên ji dayik û bavên wan kurd dikarin bibin endamê komeleyê. Lêbelê tenha îstîsnayek hebû ku dîya wan Asûrî be, ew jî dikarin bibin endam. Ev tişt wê nîşan dide ku têkiliyên kurd û asûrîyan gelek baş bûn [2]

Di sala 1941ê de İngilîzan li başûrê Îranê, Sovyetan jî li bakurê Îranê dest bi dagirkirina welatê Îranê kirin. Hêzên Şah Reza bi bêçaretiyeke mezin ji her derê vekişiyan. Hêzên Îranê li çi deran berxwedana welatê xwe nekirin û belav bûn. Helbestvanê kurd ê hêja Hejar di vê babetê da wiha dibêje: Bi weşandina du per agahî, Belav bû artêşa Şehînşahî

Piştî belavbûna artêşa Şah Reza, givaşa li ser gel jî nema, gelek kes hatin azad kirin ji zindanan, givaş û sansûra li ser medyayê rabû. Gelek serokeşîrên Kurd û rewşenbîrên Kurd hatin azad kirin. Piştî van bûyerên azadîxwazî, li Mehabadê Komeley Jiyanewey Kurdistan hate ava kirin. Ev sazî bi dûçûna makezagona Îranê îllegal bû û yek ji mercên endamtiyê ew bû ku bi dizî be. Sonda komeleya li ser Quranê bû [3]. Qazî Mihemed dema avakirinê de endamê vê komeleyê nebû, encax piştî salek din avakirina komeleyê de bû endam. Piştî endamtiya Qazî Mihemed li herêma Mukriyan, zêdebûn û popûlerbûna vê komeleyê zêdetir bû û mezin bû.

Vê rêxistinê 3 salan xebatên veşartî û girîng kirin. Piştî sê salan ev rêxistin wek partiyeke modern hate ava kirin. Partiya ku bi li ser vê bingehê ava bûyî Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranêye[4]. Bi dûçûna Abbas Valî ev komel jî ji Komeley Azadixwazî Kurdistan çêbûye. Piştî belavbûna Komeley Jiyanewey Kurdistanê şûna wê Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê ava bû. Hêjayî gotinê ye ku Partiya Demokratîk a Azerbaycanê li îlona 1945ê de bi alikariya Rusiyan ava bû. Partiya Demokratîk ya Kurdistana Îranê jî mehek piştî vê partiyê di cotmeha 1945ê de ava dibe.

Weşana fermî ya vê komelê Niştiman (rojname) bû.

Îdeolojiya Komeleyê biguhêre

Endam û kesayetên girêdayî vê komeleyê bi giştî azadîxwaz û welatparêz bûn, peyrewên ramanê komûnîzmê nebûn.,

Armanç biguhêre

Damezrînerên Komeleyê biguhêre

  • Ebdurehman Zebîhî
  • Huseyn Zêringeran
  • Mele Qadir Desbêj
  • Ebdurehman Îmamî
  • Mihemed Yahû
  • Rehman Helewî
  • Mihemed Emîn Şerefî
  • Qasim Qadirî Qazî
  • Mele Ebdullah Dawûdî
  • Mihemed Selîmî
  • Ehmed Elemî
  • Mihemed Nanewazade
  • Ezîz Zendî [5].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Tarih Boyunca Kürtlerde Dîplomasî, Faik Bulut, Evrensel Basım Yayın, 2015,r:219
  2. ^ Kürt Miliyetçiliğinin Kökeni, Tarihi ve Gelişimi, Wadie Jwaideh, r:478
  3. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:40
  4. ^ http://pdki.org/english/
  5. ^ Jiyan û Têkoşîna Pêşewa Qazî Muhamed. Seîd Hûmayûn, r:41