Gotûbêj:Serdema helenîstî: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Kurteya guhartinê tine
Rêz 8:
 
:::{{Silav|Gomada}}, tu çawan î, baş î? Gelek dem e min jî bawer dikir "helenî" û "helenîstî" ("helenîstîk") heman tişt in, lê ne wisa ye. "Helenî" tê wateya tiştekî ku di warê yewnanên îro û yewnanên kevnar (bi giştî) de ye û helenîstî (bi dîtîna min ji helenîstîk çêtir e) di warê çanda û serdema yewnanî-mekedonî de (330-30 berî zayînê) ye. Partiyeke siyasî ya rastgirên tûj ên Yewnanistanê heye, navê wê Eniya Helenî (Ellinikí Métopo), yanê Eniya Yewnanî ye, eniyeke ji bo Yewnanistanê ye, "Yewnanistan ji bo yewnanan" (bi giştî), lê Eniya Helenîstî nabe; ji ber ku çanda helenîstî, dînê helenîstî, hunera helenîstî û hwd hene, di vî warî de mirov behsa çand, dîn û hunera vê serdema konkret û dîtber dike. Ez bi vî awayî cûdayiya "helenî" û "helenîstî" fehm dikim. Tu? Tu çi dibêjî? --[[Bikarhêner:MikaelF|MikaelF]] ([[Gotûbêja bikarhêner:MikaelF|gotûbêj]]) 18:06, 23 nîsan 2021 (UTC)
::::Saẍiya canê te, ez baş im. Erê pêşniyara te fêhm dikim. Min ''helenî'' pêşniyaz kir, ji ber ku di kurmancî de helen an helenî ji bo yewnanên îro nayên bikaranîn an jî ez rastî vê yekê nehatime. Rast e, yewnan xwe wilo bi nav dikin, lê di kurmancî de ti erka peyva '''helenî''' nîne. Loma bi dîtina min helenî gotina siviktir e. Bo mînak bi îngilîzî [[:en:Hellenic languages]] heye ku zimanê makedonî yê kevn jî dikeve vê komê. Bimênin di xweşiyê de!—<small>[[Bikarhêner:Gomada|<span style="background:Yellow">'''''<span style="font-family:Verdana;color:red">Gom<span style="color:#006400">ada</span></span></span>''''']]<sup>[[Gotûbêja bikarhêner:Gomada|peyam]]</sup></small> 18:27, 25 nîsan 2021 (UTC)
Vegere rûpela "Serdema helenîstî".