Rewşen Bedirxan: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 16:
 
== Jiyana wê ==
Piştî têkçûna Siltan Ebdulhemîd û di sala 1908an de hatina Siltan Reşîd, hîn bêhtir rewşa azadiyê pêş ve çû û efû ji girtiyan rê derket. Di wê demê de [[Mihemed Salih BegBedirxan]] deh salên xwe di girtîgehê de buhurandi bû. Bi wê efûyê re ew ji zindan û girtina timî xelas bû û ew şandin bajarê Qeyseriyê.
 
Di roja 11ê meha tîrmeha sala 1909an de Siltan Reşad hat li ser hikûm. Di wê rojê de xwedê keçek da Salih BegBedirxan. Ew keç bi xwe Rewşen Bedirxan bû. Piştî ku du salên Rewşenê li Qeyseriyê qediyan, malbata wan çûn [[Stembol]]ê; li wir gelek ji malbata Bedirxaniyan hebûn. Salih Bedirxan ji Stembolê jî berê xwe da riya [[Şam]]ê. Bavê Rewşenê bazirgan ne disekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo netewê kurd dixebitî, li xwêşî û kêfa jiyanê ne dipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî ne digeriya.
 
Salih BegBedirxan gelek nivîs di kovar û rojnameyan de çapdikir. Daxwaza wî ya yekem ew bû di jiyanê de hişya kirin û bi pêşxistina neteweyê xwe. Ew bê westan, şev û roj li kar bû.{{Çavk}}
 
Salih BegBedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendekî bê kar ma. Di vê navê de [[Şerê Cîhanî yê Yekem]] çêbû; mercên jiyanê pir dijwar bûn. Ji bêçarî berê xwe da kar û li zindana [[Keleha Şamê]] kar kir. Lê mixabin bi êşa [[tîfo]]yê ket û pir dirêj najot, di 30yê adara 1915an de mir. Di wê demê de temenê Rewşenê negihiştibû şeş salan.
 
Piştî mirina Salih BegBedirxan diya wî Rewşenê ew şand dibistanê. Rewşenê piştî ko dibistana seretayî xelas kir çû dibistana mamostetiyê (Dar el-Muelîmat) û ew jî xelas kir. Rewşen bû mamoste û ji nifşên sêyem ên ko li Sûriyê dibistana mamostetî qedandî bû tê hejmartin.
 
Rewşen Bedirxan di sala 1925an de diçe bajarê [[Kereh]]ê (li Urdun) û li wir dibe berpirsiyara dibistanê. Di sala 1928an de vedigere Şamê, dibe mamoste û berpirsiyariya (kargîra) gelek dibistanan dike. Di sala 1934an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan li Sûriyê. Di roja 22ê sibata 1935an de bi Mîr Celadet Bedirxan rê dizewice. Bi navên Sînem û Cemşîd keç û lawek ji wan rê çêdibin.