Open main menu

Rewşen Bedirxan (z. 11'ê tîrmehê 1909 – m. 1992) nivîskareke kurd bû.

Wêneyên derveyî WP'ê
Wêneyên malbata Bedirxan

Rewşen Bedirxan di sala 1909'an de li Qeyserîyê ji dayik bû ye û malbata wê di sala 1913'an de ji ber xebatên ramyarî nefî bûnê Rojhilatanavîn bûn. Bavê wê Salih Bedirxan e. Rewşen Bedirxan, hîndekariya xwe li Şam û Ûrdûnû berdewam kir û li Ûrdûnê bû yek ji mamosteyên jin ên dest pê kê. Rewşen, di sala 1935'an de bi Celadet Bedirxan re dizewice. Rewşen Bedirxan, dibe yek nivîskara Kovara Hawarê. Di sala 1957'an de li Yewnanîstanê kongreya dijberî - mêtingeriyê tê lidarxistin û di nava 6 delegeyên Kurd ku pêwistê beşdarî kongreyê bibin. Tenê Rewşen Bedirxan beşdar dibe. Di 1971ê de li ser daxwaza Mustafa Berzanî, diçe Başûrê Kurdistanê û li bajarê Hecî - Ûmranê Yekîtiya Jinên Kurd saz dike. Nivîskara jin a Kurd Bedirxan, bi çalaktiya xwe ya di warên civakî, ramyarî û hîndekariyê de tê nas kirin. Di nava berhemên Rewşen Bedirxan de gelek pirtûk û werger hene. Di sala 1986'an de nivîskara jin a Kurd Rewşen Bedirxan jiyana xwe ji dest da.

Naverok

Jiyan wîBiguherîne

Piştî têkçûna Siltan Ebdûlhemîd û di sala 1908'an de hatina Sultan Reşîd, hîn bêhtir rewşa azadiyê pêş ve çû û efû ji girtiyan rê derket. Di wê demê de Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de buhurandi bû. Bi wê efûyê re ew ji zindan û girtina timî xelas bû û ew şandin bajarê Qeyseriyê.

Di roja 11'ê meha Tîrmeha sala 1909an de Siltan Reşad hat li ser hikûm. Di wê rojê de Xwedê keçek da Salih Bedirxan. Ew keç bi xwe Rewşen Bedirxan bû. Piştî ku du salên Rewşenê li Qeyseriyê qediyan, malbata wan hatin Stenbolê ; li wir gelek ji malbata Bedirxaniyan hebûn. Salih Bedirxan ji Stenbolê jî berê xwe da reya Şamê. Bavê Rewşenê bazirgan ne disekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo netewê Kurd dixebitî, li xwêşî û kêfa jiyanê ne dipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî ne digeriya.

Salih Bedirxan gelek nivîs di kovar û rojnameyan de çapdikir. Daxwaza wî ya yekemîn, di jiyanê de hişya kirin û bi pêşxistina netewê wî bû. Ew bê westan, şev û roj li kar bû.

Salih Bedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendekî bê kar ma. Di vê navê de şerê Cîhanê yê Yekemîn derket; mercên jiyanê pir dijwar bûn. Ji bêçarî berê xwe da kar û li zindana Keleha Şamê kar kir. Lê mexabin bi êşa tîfoyê ket; pir dirêj najot, di 30yê Adara 1915'an de mir. Di wê demê de temenê Rewşenê ne gihiştî bû şeş salan.

Piştî mirina Salih Bedirxan diya wî Rewşenê ew şand dibistanê. Rewşenê piştî ko dibistana seretayî xelas kir çû dibistana mamostetiyê (Dar el-Muelîmat) û ew jî xelas kir. Rewşen bû mamoste û ji nifşên sêyemînên ko li Sûriyê dibistana mamostetî qedandî bû tê hejmartin.

Rewşen Bedirxan di sala 1925'an de diçe bajarê Kerehê (li Urdun) û li wir dibe berpirsiyara dibistanê. Di sala 1928'an de vedigere Şamê, dibe mamoste û berpirsiyariya (kargîra) gelek dibistanan dike. Di sala 1934'an de dibe endama komela Yekîtiya Jinan li Sûriyê. Di roja 22.2.1935'an de bi Mîr Celadet Bedirxan rê dizewice. Bi navên Sînem û Cemşîd keç û lawek ji wan rê çêdibin.

Di sala 1944'an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongra Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewşen Xanimê a niştimanî pir berfireh û kûr e; ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî Qolonyalîzma Fransa sekinî û piştgiriya doza Erebî kir. Bi taybetî jî wê doza gelê Filîstîn parast û wê di dibistanên Ereban de mamostetî kir û gelek nivîs û gotar di kovarên Erebî de weşand. Rewşen Xanim bi qasî ko li dibistanê mamoste bû, ewqas jî di xwedî kirina zarokan de mamoste bû.

Jiyana wê ya niştimanî gelek giranbuha ye; cihê serbilindî û mezinahiyê ye. Di gel ko Rewşen Xanim mamoste bû, xebata wê di behsa zindanan de, ji bo rast kirina tendûristiya keç, jin û pîrekên bê sinçî yê di hebsan de jî he bû. Bi Aramî û bîhinfirehiya xwe dest dawête hemû aloziyên jiyanê. Lewra quretî û serşorî di ferhenga jiyana wê de ne bû. Jîna Rewşen Bedirxan neynika jîn û danûstandina Mîrê gewre (Mezin) Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bû. Ew xeleka gihandina dîroka netewê xwe ya kevn û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ko bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kirî ne. Jiyana wê ne kêmî jiyana bav û kalên wê bû. Nimêje di warê dijwarî û zehmetiyan de piştî mirina mêrê wê Celadet Bedirxan.

Dibêjin li pişt her mêrê gewre (mezin)jinek gewre heye. Belê Rewşen piştevana mezinahiya mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan bû. Piştevana amade kirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bû. Digel xebatên hêja ewê bi xwe jî di kovara Hawarê de dinivîsand. Rewşen Xanim di kovara Hawarê hejmar 27'an de, di nivîsek xwe ya bi navê Kebanî û Mamoste de ewha dinivîse : ( Mêrên ko bexta netewan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin. Hêvojtin xwe dielimin, heta axa gorinan ji bîr ne kin û ew tim û tim li wan hikûm dikin. Ji lewre methelokê gotiye : Kurmê şîrî heta pîrî ). Rewşen Bedirxan karê jina Kurd ne tenê kebanî û xwedî kirina zarokan dibîne, li ba wê karê jinan ê girîng li dijî ne zaniyê şer kirin û perwerde kirina zarokan e.

Bêguman di vê xebata perwerdehiye de rolê welatperweriyê jî ji bîr ne ke. Rewşen Bedirxan bi dengekî bilind û zelâl ewha bang dike (Xwehên min ên delâl, her wekî hûn jî dizanin derdê netewê me yê mezin û xedar ne zanî ye. Ne zanî nexwêşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik netewên xwedan hikûmat û dezgeh vê nexweşiyê di nexwêşxaneyên taybetî de derman dikin û ji wan nexwêşxanan rê dibêjin dibistan. Mamoste bijîşkên wan nexwêşxanan e).

Em dikarin bibêjin ko Rewşen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakiyên hêja daye. Rewşen Bedirxan di gotarek xwe ya di hejmara 28'an a Kovara Hawarê ya bi ne bê (Jin û bextiyariya malê) de ewha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ko rihetî û xwêşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea'det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê rê ye. Xincîkên belengazan hene ku sea'det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêhtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihetî cîh dibînin). Rewşen Bedirxan dixwaze vê yekê bi jina Kurd bide fêhmkirin : xwêşî û bextiyarî ne pere û qesr û kaşxane in; belê xwêşî ew e gotina xwêş, danûstandin, kar û xebata ku mirov ji netew û welatê xwe rê bike. Xwêşiya jiyanê ya bi peran diqede lê xweşiya jiyanê a welatperwerî û zanînê naqede.

Ji bilî nivîsîna bi zimanê Kurdî, Rewşen Xanimê bi zimanê Erebî jî gelek nivîsar li ser Kurdan belav kiriye. Rewşen Bedirxan di sala 1971'an de beşdarî Kongra Sêyemîn ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (li başûrê Kurdistanê) bû û bi piştgiriya xwe serketina wan parast. Di eynî salê de rûmeta endamtiya Korî Zanyarî Kurd girt û di wê demê de li ser daxwaza Korî Zanyarî Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo kom kirin û civandina destnivîs û pirtûkên ko di arşîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ko li ser Kurdan e bêne civandin û ji Korî Zanyarî Kurd rê bêne rê kirin bû. Bi rastî jî ev şirjawî pesindanê ye ko ew di vî karê xwe de bi zane bûn û bi bêdengî bi li ser ket.

Rewşen Xanimê di sala 1956'an de, digel Dr. Nurî Dêrsimî, Hesen Hîşyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd damezrandin. Rewşen Xanim bi bîhinfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi li ser diket.

Jiyana mirovan bi salan nayê jimartin; ne jî bi mal û milkên ko mirov li dû xwe dihêle. Jiyan bîranîna şopeke kamûranî, ciwanî, comerdî û mirovatiyê ye. Nimêje ji bo mirovên xwedî berhem, şop, têkoşîn, xebat û kar e.

Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ko Rewşen Xanim ne miriye; ew ji me Heyder e û em jî pê Heyder in. Herçiqas wê di roja 01.06.1992'an de ji nav me koçberî kir ew di dilê me de dijî. Heta roja mirînê jî ew ji bo gel û welatê xwe xebitî.

Rewşen Xanim di doşeka mirinê de ew tişt ji min rê digot : (Kurê min dema em hebûn, hûn negiha bûn ; îroj hûn giha ne ; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hez bikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, bela wela ne bin).

Piştî ko ez hinekî li ser rewşa Kurdistana Başûr û li ser hilbijartinan sekinîm, Rewşen Xanimê gotina min birî û ewha got : ( Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ezê Kurdistanek azad bidim te ).

Ev e rewşen Bedirxan, ya herdem wekî bav û kalên xwe êşa netewê xwe dikişand û qet ji bîr ne dikir. Wê mezinahiya xwe ji stûnên Birca Belek girtî bû. Rewşenbîriya xwe ji dibistana Sor, ji kaniya Cizîrî û Xanî wergirtî bû.

Piştî ko Rewşen Xanimê canê xwe spart Xwedê, -Li ser daxwaza wê û li gor sozê ko min pêre da bû - min kar û barê veşartina wê kir, û min cendekê wê ji bajarê Banyasê anî bajarê Şamê li tenişta mêrê wê Celadet û bapîrê wê Bedirxan Beg li goristana Şêx Xalidê Neqşibendî veşart. Piştî ko li mizgefta Hemo Leyla li Taxa Kurdan li ser cendekê wê limêj kirin, mderindêzên veşartinê bi beşdariya gelek ji heval û nasên malbata Bedirxaniyan û nivîskar û rewşenbîran dest pê kir. Ji ber rewşa Kurdan ya dijwar û awarte û li ser daxwaza keça wê Sînem Xanimê kesekî tu gotin û tu helbest li ser gora wê ne xwendin.

BerhemBiguherîne

Berhemên wê yên çapkirîBiguherîne

  1. Bîranînên Jinekê, werger, ji zimanê Tirkî bo Erebû, 1951.
  2. Xeramî We Alamî, werger,(çîrok)ji Tirkî bo Erebî 1953.
  3. Bîranînên Mamosteyekî (sê pirtûk), werger, ji Tirkî bo Erebî 1954.
  4. Rûpelên ji Toreya Kurdî 1954.
  5. Nama Gelê Kurd (helbest-Goran) ji Kurdî bo Erebî 1954- ji ber rewşa siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî ye.
  6. Name ji Mustefa Kemal Paşa re, werger ji Tirkî bo Erebî (Ev pirtûk bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
  7. Bîranênên Min-Salih Bedirxan-,werger ji Turkî bo Erebî. (Ev pirtûk jî bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
  8. El-red ‘ele El-kosmopolîtiye, Mehmûd Şîniwî, werger, (ji ber hin sedemên siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî).

Pirtûkên wê yên ne çapkirî (wendabûyî)Biguherîne

  1. Bîranînên jinekê (perçê duwemîn). Ev pirtûk hate çapkirin.
  2. Bavê min Abdulhemîd - nivîsa Ayşe keça Sultan Ebdulhemîd e.
  3. Bîranînên min. Destnivîs e.

Girêdanên derveBiguherîne