Cegerxwîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
Rêz 27:
Di sala 1927an de ew vegeriya [[Tilşiyîr]]ê, bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û dû re li Amûdê bi cih dibe. Di 1928an de Cegerxwîn dibe seyda û meletiyê dike. Ew bû meleyê gundê [[Hazda Jorîn]]. Dû re meletiyê ber dide, diçe du gundan ([[Êlek]] û [[Cehenem]], [[Rojavayê Kurdistanê]]) ava dike.
 
Di 1934an de komeleya Ciwankurd saz dikin, lê dagirkarên frensî komelê digirin. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve [[Xoybûn]]ê û lê kar dike, pişt re navê rêxistinê diguherin, dikin [[Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê]]. Damizirînerê civatê [[Ehmed Nafiz]] e, Cegerxwîn dibe sekreter. Wî mala xwe ji gund bir bajarê Qamişlo<ref>[[Mehmed Uzun]] (1995). Antolojiya edebiyata kurdî, 1. Tümzamanlaryayıncılık, Stembol.</ref>
 
Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê. Dû re di 1949an de ew cara pêşîn tê girtin.