Cegerxwîn: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
BKurteya guhartinê tine
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Rêz 22:
 
== Jînenîgarî ==
Cegerwxîn di 1903an de li gundê Hesarê hatiye dinyayê. Navê wî ew e: Şêxmûsê kurê Mihemedê kurê Mehmûdê kurê Elî.
{{...}}
11 bira û xwişkên wî hebûn. Birayê wî Xelîl e û xwishka wî Asya ye. Yên din çûne ber dilovaniyê Xwedê.
Ew hê di salên zaroktiyê de dest bi kar kiriye. Di 1918-1919an de, di jiyê 15-16 saliyê de dê û bavê xwe winda kirine. Bavê wî Hesen (m. 1918) bû, diya wî jî Eyşan (m. 1919). Di salên 1918 û 1920an de di riya hesin de dişixule. Di salên 1920 û 1927an de ew diçe deştê Diyarbekirê ber şêx û melan bixwîne. Ew diçe medreseyê. Di 1924an de Cegerwxîn dibe welatparêz.
 
Di sala 1927an de ew vegeriya [[Tilşiyîr]]ê, bi keça xalê xwe Kehla Selîm re dizewice û dû re li Amûdê bi cih dibe. Di 1928an de Cegerxwîn dibe seyda û meletiyê dike. Ew bû meleyê gundê [[Hazda Jorîn]]. Dû re meletiyê ber dide, diçe du gundan ([[Êlek]] û [[Cehenem]], [[Rojavayê Kurdistanê]]) ava dike.
 
Di 1934an de komeleya Ciwankurd saz dikin, lê dagirkarên frensî komelê digirin. Di 1946an de Cegerxwîn dikeve [[Xoybûn]]ê û lê kar dike, pişt re navê rêxistinê diguherin, dikin [[Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistanê]]. Damizirînerê civatê [[Ehmed Nafiz]] e, Cegerxwîn dibe sekreter. Wî mala xwe ji gund bir bajarê Qamişlo.
 
Di navbera 1948 û 1957an de ew dibe komûnîst û endamê Partiya Komûnîst a Sûriyê Dû re di 1949an de ew cara pêşîn tê girtin.
 
Di 1950î de ew dikeve [[Civata Aştîxwazên Sûriyê]] û bi wan re kar dike. Li 1954ê ew dibe berbijêrê perlamana Sûriyê.
 
Di 1957an de Cegerxwîn ji Partiya Komûnîst dûr dikeve û [[rêxistina Azadî]] saz dike. Piştî rêxistina Azadî bi [[Partiya Demokrat a Kurdî]] dibin yek.
 
1959-1962 Partî wî dişîne Başûrê Kurdistanê, li Bexdayê di zanîngehan de hînî kurdî dike. Ew sê salan li wir dimîne. Di 1962an de ew vedigere Rojavayê Kurdistanê. Ew dîsa tê girtin.
 
Li 196ê ew dîsa tê girtin û dikeve [[girtîgeha Mezê]] ya [[Şam]]ê. Piştî pêleke nedirêj tê berdan û vedigere Qamişlokê.
 
Di 1967an de Cegerwîn bû endamê Komîteya Navendî ya [[Partiya Demokrat a Kurdên Pêşverû li Sûriyê]]. Lê dû re di 1969-1970î de ew cardin diçê Başûrê Kurdistanê û li şoreshê nêzîkî salekê dimîne.
 
Di navbera 1973 û 1975an de ew ji ber stemkariya hikûmeta Sûriyê diçe Libnanê û li wir dimîne. Li Libnanê dîwanên xwe ya sêyê “Kî me ez?” û ya “Salar û Mîdya” çap dike. Di 1976 û 1979an de ew vedigere Sûriyê û heta sala 1979an li wir dimîne.
 
Di sala 1979an de Cegerxwîn diçe welatê Swêdê. Ew di 22 çiriya pêşîn a 1984an li Swêdê dimire. Dû re ew li Qamişlokê hate veşartin.
 
== Berhem ==