Kelhesen: Cudahiya di navbera guhartoyan de

Content deleted Content added
MikaelF (gotûbêj | beşdarî)
BKurteya guhartinê tine
Avestaboy (gotûbêj | beşdarî)
Kurteya guhartinê tine
Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl
Rêz 18:
* CHP 175 27,78
* Yen din 0 0
 
Hejmara yên xwedî deng 854 bûn. Ên ku dengê xwe dane ji sedî 73,77 in. Serjimara Kelhasan li gor hejmartina giştî "genel sayim" a 2000î 2533 ye. Li gor rêvebirên şaredarê, du kat ji wan jî li derweyî Kelhasan dimînin. Yanî meriv dikare bêje kemzede hejmara Kelheseniya li ser hev 7500 e. Ji 1968an vir ve koçberiya Almanya û Danmarkê dest pê kiriye. Li welatên Ewropa; Almanya, Danmark, Swîsre, Swêd, Finlandiya, Norveç, Îtalya, AvusturyaAwistirya, Belçika û Fransayê bi cîh bune. Îro li Danmarkê êdî neslî sisêya dijî! Ji sedî 70 Kelhasanî li derveyî gund dijîn. Piraniya wan jî li Danmark in. Dîsan hejmareke zêde ji ber xwendin an ticaretê barkir kirine Qonyê. Ji neslê nû hema hema meriv dikarê bêje ji sedî 90î derketine welatên Ewropa. Li gund mekteba dest pêkê dibistana û dibistana amadehiyek heye. Ji ber neslê nû her bi xewnayên derketina welatên Ewropa dijîn, xort û civanên ku li Zaningehê dixwînin pir kêm in. Her çi qas xwesteka xwendina zarokan bilind be jî, ji ber rewşa aborî meyla ciwana her berbi welatên Ewropa ve ye. Di van salên dawî de hejmara kesên li zaningehê dixwînin hinek zêde bûne.
 
Rewşa aborî Li gor agahdariyên şaredarê, rewşa şaredara Kelhasan di warê aborî de baş e. Şaredarê tu deynên xwe tunene. Perê ku ji İller Bankasi ku li gor hejmara rûniştiyên li gund(nifusa belediyê) tên, têrî 6 memûr û 5 karkeran û lêçûnên din dike. pirsgirêka herî mezin riyên şaredarê ne. Ji ber di dest pêkê de avahîyên/xaniyên li gund, bê bername hatine çêkirin, aniha jî xirakirina van xaniyana pirsgirêka gund a herî mezin e. Ji ber vê jî serokê şaredarê yî duyemîn, Mustafa Karagöz 1999an de bû qurbaniyê vê!... pirsgirêka ka din a mezin jî bêkarî ye!... Wek piraniya gundên Kulu û Cihanbeylîye, aboriya Kelhasan jî li ser çandinî û xwedîkirina pêz e. Çandinî bi piranî ce û genim e. Aboriya gund ji sedî 70î li ser însanên li welatên Ewropa dijîn, e. Xortên ku li gund mane jî dewara xwe bi nakliye û çandiniyê ve dimeşînin.