Solon

dadnas, siyasetmedar, helbestvanê yewnanî

Solon siyasetmedar, dadnas û helbestvan bû li Yewnanistana Kevn. Navbera salên 640 bz. û 560 bz. jiyaye. Solon rêxistinbûna Atînayê nû kir, bingeha demokrasiyê avakir. Bi wê awayê serkeftineke pir mezin bi dest xist. Dewlemendiya çaxên yewnaniyên klasîk bi saya wî bû. Ji ber wê bû kesayeteke efsaneyî.

Solon
Image dans Infobox.
Bustê Solonê niha li Napoliyê (Îtalya)
Arxon eponîmos (en)
- b.z.
Jidayikbûn
Mirin
Nêz.Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Cyprus (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Σόλων ο ΑθηναίοςLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Atînaya klasîk (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Qanûndaner, helbestvan, nivîskar, fîlozof, elegîstLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Sedsala VII b.z.-Sedsala VI b.z.Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xizm
Pîsîstratos (en) (second cousin)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Li gorî Plûtarxos ew nav malbatekî zengîn de mezin bû. Navê bavê wî Eksêkestîdes bû. Lê Plûtarxos derheqê Solon çarçoveyeke romantîk xêz kiriye û piranî behsa helbestvaniya wî kiriye. Plûtarxos wisa gotiye:

Di heman demê de Plûtarxos ji me re dibeje Solon xortaniyê xwe de bazirgan bû.

Xebatên Solonê

biguhêre

Navdarbûna wî ya ewil di fermandariya wî yên şerê Atîna û yên Megarayê ji bo Salamîsê de bûye. Solon piştî şer hate asta herî bilind yên hikumeta Atînayê. Êdî dikaribû guhertinên mezin birêvebibe. Wek gotina remilvanên Delfiyê:

Li Atînayê kriza aborî derket. Ax piranî di destê arîstokratan bû, ji destê cotkaran bacê distandin. Rêjeya bacê şeşê de yek bû. Ev jî cotkaran dikir belengaz û ew wextekî şûnde dibûn xulam û dihatin firotin. Solon çareserkirina vê pirsgirêkê hat wezîfedarkirin û bû diallaktes (navbeynkar). Solon bi awayekî radîkal biryara jêbirina hemî deynan kir. Cotkarên bûne xulam jî dîsa bûne zilamên azad.Deyndar dîsa jî hin deynê xwe dan û dîsa bûne xwedî ax. Qanûna temînatbûna endamên malbatê jî qedexe bû. Piştê wan guhertinan tebeqeyên civakî jî dîsa hat sererastkirin. Polên civakî kire 4 beş bi rêza devlemendiyê re : pentakosoimedimnoi , hippeis , zeugitai ve thetes bûn. Polên civakî li gor hilberîne danê dihat jihev cûdakirin. Polên herî nizim Thetes jî kesên bê hilberîn pola karkeran bû. Heman demê de mafên mirovan yên siyasî jî di gorî wan polan bû. Mînak Pentakosoimedimnoi û Hippeis tenê dibûn xwedî cihên sîyasî yên bilind, Thetes dikariyan bikevin nav meclîsa Atînayê lê nedikariyan bibin xwedî navekî sîyasî , Zeugitai dikariyan bikevin pozisyonên sîyasî yên biçûk.

Ev biryarên Solonê jiyana Atînayê yên civakî bi tewahî guherand. Êdî tekîlîyên civakî ne li gorî malbatan li gorî rewşe aborî dihatin çêkirin. Kesên ne xwedî milkên mezin jî dikariyan di peşeroja bajar de bibin xwedî deng. Guhertinên dadwerî bandor li her kesî kir, her çend, ji ber ku nuha dozgeriyên aliyên sêyemîn destûr didan (berê tenê kesê zirar gihayî dikaribû dadbar bike) û pergalek îtirazê(?) hate danîn.[1]

Qanûnên Solonê

biguhêre

Atîna li gorî Qanûnên Dracoyê birêve diçûya. Solon li ser qanûnên nu xebitî. Qanûna derheqê kuştinê pêştir, piraniya qanûna guherand, hukmê wan nermtir û cezayên wan siviktir kir. Ew qanûnên nu hate nivîsandin û paşe hat aliqandin, 200 paşê jî kes dest neda wan qanûnan ji ber prestîja zagonsazê. Komên qanûnên ku ji hêla Solon ve hatî çêkirin ji hêla Atînayên paşerojê ve wekî pir berfireh têne hesibandin, ku mijarên cûrbecûr ên wekî mîras, cenaze, zînayê, dizî, zirarê û xebata saziyên siyasî vedihewîne. Qanûnên wê yên derheqê aboriyê jî dîsa alikarê pergala aborî bû. Derveşandinîya zeytûnan qedexe kir ev jî kêra pîşesazîyê kir.

Ew hemû qanûn di dîroka Yewnanistanê de cihek mezin da Solonê. Serdema Klasîkê Yewnanan de pê alikariyan wan qanûnan jî netewên yewnanan bûne hêzekê Deryaya Navîn. Lê belê Arîstoteles ji wan qanûnên Solonê nirxandin. Li wê qanûnên Solonê nedîyar, nezelal bûn. Arîstokratên jî ji qanûnên wî hez nekirin. Acizbûna xwe nîşandan . Di salên 550 bz. û 540 bz. Tîran Peisistratus sê caran desthilatdariyê li destxist. Dîsa jî xebatên Solonê ji bo bêhêz bûna Arîstokrasîyê û hêzbûna Demokrasîyê bêhempa bû.[1]

Hêrodotos dibêje Solon demê sîyaset u hiquqê re mijûl nedibû, Helbesta dinivîsand û digeriya, lê diroknasên modern vê tezê qebul nakin. Solon di gerên xwe de çûye Kroîsosa Lîbyayê, li Misirê çîroka Atlantîsê vedîtiye. Li Delfîyê buye endamê Heft zanayê. Ji nav nivîsên wî de tenê 285 rêz mane îroyê. Diroknas Plûtarxos hinek jêgiran di devê dike:

[2]

[2]

[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b Cartwright, Mark. "Solon". World History Encyclopedia (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 27 sibat 2023.
  2. ^ a b c Plutarch. Solon. r. Beşa 7.