Sidqiyê Hirorî

Nivîskarê kurd
(Ji Sidqî Hirorî hat beralîkirin)

Sidqiyê Hirorî (jdb. 1956 li Hiror/başûrê Kurdistanê) çîroknivîs û nivîskarekî kurd e.

Sidqiyê Hirorî di sala 1956an de li gundê Hirorê li başûrê Kurdistanê hatiye dinyayê. Li bajarê Mûsilê mezin bûye û her li wê derê xwendina xwe ya destpêkê, navincî û amadeyî bi dawî anîne. Di sala 1978an de bû karmendê çandinê li deverine ser bi Duhokê. Di sala 1984an de bû endamê desteka nivîskarên Radyoya Dengê Kurdistana Îraqê. Di sala 1986an de bo xwendinê çû Polonyayê. Di sala 1992an de xwendina xwe ya rojnamevaniyê li Unîversîteya Warşovayê bi dawî anî û pileya Magisterê wergirt. Ji sala 1992an vir ve li Swêdê dijî.

Destpêka nivîskariya wî bi helbestê bûye û paşê çîrok û roman. Çîroka wî ya yekê bi navê Xwekuştin di sala 1977an de di rojnameya Hawkarî de hat belavkirin. Çendîn nivîs û werger di Nûdem, Kurdistan press, Armanc, Berbang, Roja Nû û Nûdem Wergerê de weşandine

Berhem biguhêre

  • Dîmenek ji çîroka jiyana min, çîrok, 1985, çapxaneya Xebat.
  • Çend hozanekêt ne navkirî, helbest, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
  • Momkeka ne vemirî, çîrok, 1986, çapxaneya YLDK li Îranê.
  • Qreç û dilber, helbest, 1989, Polonya.
  • Rewşenbîrê Kurd, kovar, hejmara 1, sal 1990.
  • Kurê zinarê serbilind, roman, 1996, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.
  • Evîn û sewat, roman, 1998, wesanxaneya Nûdemê, Swêd.