Serhildana Boxer

Raperîna li dijî emperyalîzmê ya ku li Çînê qewimîbû

Serhildana Boxer (Çînî: 義和團起義, pinyin: Yìhétuán qǐyì), ew serhildanek li dijî bandora aborî û siyasî ya welatê rojava li ser Çînê, di sedsala 19an de bû. Armanc ew e ku hemû biyanî ji welat were derxistin[1]. Ew di meha mijdara 1899 de dest pê kir û di 7ê îlona 1901an de bi dawî bû. Di dema serhildan û tepisandina serhildanê de, bi hezaran serhildêr, biyanî û sîvîlan jîyana xwe ji dest dan.

Serhildana Boxer

Rewşa beriya serhildanê biguhêre

Çîn û Japon di sala 1894an de ji bo serweriya Koreyê (ku wê demê keyanîyek bi girêdayî Çînê bû) şerekî dijwar kirin. Di şerda Çîn têk çû û peymana aştîya Shimonoseki hate îmze kirin. Di vê peymanêda Çîn gelek tawîzên girîng da Japon. Lê ji ber ku dewletên ewropî û Rûsya, nedixwestin kû Japon li rojhilata dûr pir bi hêz be, ketin navberê û Çîn hinek ji van tawîzan paşta hilda.

Dewletên ewropî û Rûsya ji bo vê alîkarîyê gelek tawîz ji Çînê hildan, dewerên aborî yên girîng dagir kirin, Çîn parçe kirin. Wan bûyeran hestên neteweperestî dirust kir.

Civaka Bokserê ya olî, ku bi dizî di sala 1870an de hatibu damezrandin, li dijî xanedana Qing têkoşîn dikirin. Lêbelê, piştî perçebûna Çînê, Civaka Bokserê li dijî hêzên biyanî dest bi têkoşînê kirin.

Serhildan biguhêre

Boxeran, ku di mijdara 1899an de seri hildan, êrîşî nûnerên biyanî, mîsyoneran, rêhesinên ku ji alîyê welatên biyanî tê çêkirin û karkerên ku çêkirinêda dixebitin, kirin.

Tepisandina Serhildanê biguhêre

Îtalya, DYE, Fransa, Împeratorîya Awistirya-Mecaristan, Japon, Almanya, Keyaniya Yekbûyî û Rûsya ji bo tepisandina serhildanê "Hevgirtina Heşt Dewletan" avakirin. Hevgirtina Heşt Dewletan di 14'ê tîrmeha 1900an de, bi artêşaka ji 54 hezar leşkeran pêk tê, serhildana li Tianjin tepisandin û berve Beijing ve çûn. Artêşê 14'ê tebaxê da Beijing bi dest xist û Bajarê Qedexe talan kir.

Di dema tepisandina serhildanê de gelek sivîl hatin tecawîz kirin. Ji ber vê yekê bi hezeran jinan xwe kuşt[2].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Xiang, Lanxin, 1956-. The origins of the Boxer War : a multinational study. London. ISBN 978-1-136-86589-3. OCLC 870272576.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  2. ^ Preston, Diana, 1952- (2000). The boxer rebellion : the dramatic story of China's war on foreigners that shook the world in the summer of 1900. Preston, Diana, 1952-. New York: Walker. ISBN 0-8027-1361-0. OCLC 43836668.{{cite book}}: CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.