Serdema kevirî

serdemeke pêşdîrokî ya fireh e ku kevir ji bo çêkirina amûran dihat bikaranîn
(Ji Serdema paleolîtîk hat beralîkirin)

Serdema kevirî serdemeke pêşdîrokî ya fireh e ku kevir ji bo çêkirina amûran dihat bikaranîn. Ev serdem bi qasî 3,4 mîlyon salan dewam kir[1] û bi destpêka kêsimandina metalan[2] di navbera 4.000 b.z. û 2.000 b.z. de qediya. Têgiha "serdema kevirî" di arkeolojiya piraniya cihên cîhanê de bi kêr tê, her çend e ku di arkeolojiya hin cihên din de navên din werdigire. Dabeşkirina li jêr ji bo Ewrasyayê tê bikaranîn lê ne li seranserê hemû herêmê.

Paleolîtîk biguhêre

 
Nexşeya pêşniyarkirî ya koçên mirovên kevn li gorî genetîka nifûsî ya mitokondriyê bi hejmarên ku hezar salên berî niha (rastbûna wê tê nîqaşkirin)

"Paleolîtîk" tê maneya "Serdema kevirî ya kevn", û bi bikaranîna amûrên kevirî yên yekem dest pê dike. Paleolîtîk beşa herî kevn a serdema kevirî ye.

Ji beşa destpêkê ya Paleolîtîkê re Paleolîtîka jêrîn tê gotin, ku ji Homo sapiens kevntir e. Paleolîtîka jêrîn nêzîkî 2,5 mîlyon sal berê bi Homo habilis (û cinsên têkildar) û amûrên kevirî yên herî kevn dest pê dike.[3] Delîlên li ser kontrolkirina agir ji aliyê mirovên kevn ve di serdema Paleolîtîka jêrîn de ne diyar e yan jî çavkaniyên wê yên zanistî gelek kêm e.[4] Çavkaniyên herî nû piştgirî didin ku bi qasî heta niha tê zanîn bikaranîna agir a herî kevn li Şikefta Wonderwerk, Afrîkaya Başûr, berî 1 mîlyon sal pêk hatiye.[4][5] Herwiha tê pejirandin ku Homo erectus an Homo ergaster di navbera 790.000 û 690.000 berî dema niha de li Pira Bnot Ya'akov, Îsraêlê agir çêkirine.[6] Bikaranîna agir îmkanê daye mirovên kevn da ku xwarinê çêkin, germahiyê peyda bikin, û bi şevan ronahî hebe.

Homo sapiensên kevn bi qasî 200.000 sal berê peyda bûne, pê re Palaeolîtîka navîn dest pê kiriye. Guherînên anatomiyê nîşan didin ku kapasîteya zimên a nûjen jî di dema Paleolîtîka navîn de derketiye.[7] Di serdema paleolîtîka navîn de, yekem delîlên teqez ên bikaranîna agir ji aliyê mirovan ve hene. Hestî û darên şewitandî yên ku wek 61.000 berî dema niha re hatine tarîxkirin li şûnwarên Zambiyayê hene. Binaxkirina miriyan a sîstematîk, muzîk, hunerên kevn, û bikaranîna amûrên sofîstîke yên bi gelek parçeyan bûyerên girîng ên Paleolîtîka navîn in.

Li seranserê Paleolîtîkê, mirov bi gelemperî wekî neçîrvan-komkerên koçer dijiyan. Civakên neçîrvan-komker pir piçûk û wekhevîxwaz bûn,[8] her çend civakên neçîrvan-komker, ên ku xwedan gelek kereseyan an jî teknîkên depokirina xwarinan ên pêşketî, carinan şêweyekî jiyanê yê nekoçer afirandine, ku tê de pêkhateyên civakî yên kompleks mîna serokêşîran[9] û tebeqeyên civakî jî hebûn.

Mezolîtîk biguhêre

 
Kanoyên ji nitirandina daran çêkirî

Mezolîtîk, an jî Serdema kevirî ya navîn (ji yewnanî mesos, 'navîn', û lithos, 'kevir'), serdemeke di pêşvexistina teknolojiya mirovahiyê de bû ku di navbera serdemên Paleolîtîk û Neolîtîkê de ye.

Serdema mezolîtîkê bi taybetî li Ewropayê di dawiya serdema Pleîstosenê de, anku 10.000 berî dema niha dest pê kir û bi destpêka çandiniyê bi dawî bû, ku dîroka wê li gorî herêman diguhere.[10] Li hin deveran wekî Rojhilata Nêzîk, çandinî berî ku Pleîstosen bi dawî bibe dest pê kiribû, û li wan deveran Mezolîtîk kurt e û baş nayê pênasekirin. Li deverên ku bandora qeşagirtinê hindik e, carinan têgiha "Epipaleolîtîk" çêtir tê girtin.

Bermahiyên ji vê serdemê hindik in, pir caran tenê paşmayiyên xwarinan wekî hestiyên heywanan mane. Li deverên daristanî, yekem nîşanên darbirînê hatine dîtin, her çend destpêka darbirînê ya bi awayeke cidî di dema neolîtîkê de ji ber çandiniyê hatibe.

Taybetmendiyên mezolîtîkê li piraniya deveran bi amûrên têkel ên biçûk ji kevirên hesteyan tê diyarkirin. Taxima şokan, tevşoyên kevirî, û objeyên darîn, wek kano û kevanan, di hin şûnwaran de hatine dîtin. Ev teknolojî herî pêşî li Afrîkayê di çandên Azîlî de derketine holê. Dûre bi riya çanda Îbero-Maurusî (Mexreb) ya Afrîkaya Bakur û çanda Kebaran ya Levantê li Ewropayê belav bûne. Lêbelê, vedîtinên serbixwe jî carinan tên teorîzekirin.

Neolîtîk biguhêre

"Neolîtîk" tê maneya "Serdema kevirî ya nû". Tevî ku di Paleolîtîkê de çend cinsên mirovan hebûn, heta Neolîtîkê tenê Homo sapiens sapiens maye.[11] (Dibe Homo floresiensis heta destpêka neolîtîkê, nêzîkî 12.200 sal berê, jiyabe.)[12] Ev serdemeke pêşketinên teknolojîk û civakî yên prîmîtîf bû. Neolîtîk di nêzîkî 10.200 b.z. de li hin cihên Rojhilata Navîn dest pê kir, û li deverên din yên cîhanê paşê dest pê kir.[13] Di navbera 4.500 û 2.000 b.z de bi dawî bû. Neolîtîk pêşveçûneke taybetmendî û guherînên tevgerî û çandî ye ku tê de bikaranîna dehlên kovî û xwemalî û heywanên kedîkirî jî pêk hatiye.

Serdema neolîtîkê bi çandiniyê dest pê kir, ku "Şoreşa Neolîtîkê" çêkir. Çandiniya neolîtîk a destpêkî bi çend cinsên nebatên kedîkirî û kovî, û xwedîkirina kûçik, mih û bizinan re sînordar bû. Di serdema neolîtîkê de pêşketina gundên ewilî, çandinî, kedîkirina heywanan, amûr, û şerên herî kevn ên qeydkirî pêk hatine.[14] Jîngehên mirovan mayindetir bûn. Xaniyên girover ên ji kerpîçê çêkirî û bi tenê odeyekê li hin ji wan jîngehan de hebûn. Dibe ku dîwarekî kevirî li derdora jîngehan hebûn da ku heywanên kedîkirî tê de xwedî bikin û şêniyan ji eşîrên din biparêzin. Jîngehên ku dûra hatin, xwedî xaniyên kerpîçî ên çargoşeyî ne ku malbatan wê demê di tenê odeyekê de an jî di gelek odeyan de bi hev re dijiyan. Vedîtinên definkirinê, kulteke bav û kalan dide pêşî ku mirovan kiloxên miriyên xwe diparastin. Çanda Vinčayê dibe ku pergala nivîsînê ya herî pêşîn afirandibe.[15] Kompleksên perestgeha megalîtîk ên Ġgantija bi avahiyên xwe yên gewre berbiçav in. Her çend hin civakên ewrasyayî ên neolîtîka dereng mîrektiyên tebeqekirî ên tevlihev û hetta dewletan ava kiribin jî, dewletên pêşîn li Ewrasyayê piştî derketina metalurjiyê hatine damezrandin, û piraniya civakên neolîtîkê bi giştî cikavên sade û wekhevîxwaz bûn.[16] Hejmareke mezin a derziyên ji hestî û qiloçan çêkirî hatine vedîtin, ku ew ji bo girêdana çermê îdeal in lewra wisa dixuye ku piraniya cilûbergan ji çermên heywanan hatine çêkirin. Kevirên qulkirî ên ku (li gorî mezinahiyê) dibe wek serê girover ê teşiyan an jî giraniya tevnan hatibin bikaranîn hatine vedîtin[17][18][19] lewra cil û kitanên ji hiriyê çêkirî di dawiya neolîtîkê de[20][21] dibe ku derketibin holê.

Serdema neolîtîkê bi belavbûna amûrên metalî re (di serdema paxirî an serdema bronzî de; an jî li hin herêmên cografî di serdema hesinî de) bi dawî bûye.

Kalkolîtîk biguhêre

 
Hunera hunermendekê li ser bajarekî bi dîwaran a Serdema Paxirî, Los Millares, Îberîa

Di arkeolojiya Cîhana Kevn de, "Kalkolîtîk", "Eneolîtîk" an "Serdema paxirî" qala serdemeke veguhêz dike ku di vê demê de hem metalurjiya paxirê ya pêşîn xuya dibe hem jî amûrên kevirî bi berfirehî tên bikaranîn. Hin çek û amûr di vê serdemê de ji paxirê hatine çêkirin. Ev serdem ji aliyê karakterê ve bi giranî hîn serdema neolîtîkê bû lê belê ev qonaxeke serdema bronzî ye berî ku were kifşkirin ku bi tevîhevkirina qelay û paxirê re madeneke reqtir, bronz, çêdibe. Serdema paxirî pêşî wekî sedemeke veguhêzînê di navbera neolîtîk û serdema bronzî de dihat pênasekirin. Lê belê ji ber ku bi bikaranîna metalan tê karekterîzekirin, serdema paxirî wek parçeyeke serdema bronzî tê hesibandin.

 
Kaniya paxirê ya kalkolîtîk li Geliyê Timna, Çola Negev, Îsraêl

Şûnwareke arkeolojîk li Serbistanê kevntirîn delîlên ewledar ên çêkirina paxirê di germahiya bilind de ji 7.500 sal berê dihundirîne. Vedîtinên di Hezîrana 2010an de qeydên helandina paxirê bi qasî 800 salan kevntir dike, û pêşniyaz dike dibe ku helandina paxirê ji cihekî belav nebûbe lê belê di wê demê de li deverên cuda yên Asya û Ewropayê, bi awayekî ji hev serbixwe hatibe îcadkirin.[22] Diyardeya metalurjiyê dibe ku ewilî di Hîlala Berhemdar de hatibe pê, ku li wê derê di berî zayînê hezarsala 4an de bûye sebebê serdema bronzî (nêrîna tradîsyonel). Lê belê vedîtinên ji çanda Vinčayê ya Ewropayê niha bi ewlehî hatine tarîxkirin ku ji yên Hîlala Berhemdar hinek kevntir in. Delîlên kanzakirina paxirê li Geliyê Timnayê di navbera 9000 - 7000 sal berê de heye. Pêvajoya veguhastina ji neolîtîk ber bi kalkolîtîkê ve li Rojhilata Navîn di çêkirina amûrên kevirê yên arkeolojîk de bi kêmbûna kirîn û bikaranîna materyalên xav a kalîteya bilind ve tê diyarkirin. Afrîkaya Bakur û Geliyê Nîlê teknolojiya xwe ya hesinî ji Rojhilata Nêzîk îthal kir û pêşketinên serdema bronzî û hesinî bi riya Rojhilata Nêzîk şopand. Lê belê Serdema hesinî û bronzî di heman demê de li piraniya Afrîkayê rû da.

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
  1. ^ "Oldest tool use and meat-eating revealed | Natural History Museum" (bi îngilîzî). 18 tebax 2010. Ji orîjînalê di 18 tebax 2010 de hat arşîvkirin.
  2. ^ Editors, History com. "Stone Age". HISTORY (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 31 gulan 2020. {{cite web}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)
  3. ^ The Essence of Anthropology 3rd ed. By William A. Haviland, Harald E. L. Prins, Dana Walrath, Bunny McBrid. Pg 83.
  4. ^ a b Berna, Francesco; Goldberg, Paul; Horwitz, Liora Kolska; Brink, James; Holt, Sharon; Bamford, Marion; Chazan, Michael (15 gulan 2012). "Microstratigraphic evidence of in situ fire in the Acheulean strata of Wonderwerk Cave, Northern Cape province, South Africa". Proceedings of the National Academy of Sciences (bi îngilîzî). 109 (20): E1215–20. doi:10.1073/pnas.1117620109. ISSN 0027-8424. PMC 3356665. PMID 22474385.
  5. ^ Gowlett, J. A. J. (23 gulan 2016). "The discovery of fire by humans: a long and convoluted process". Philosophical Transactions of the Royal Society B: Biological Sciences (bi îngilîzî). 371 (1696): 20150164. doi:10.1098/rstb.2015.0164. PMC 4874402. PMID 27216521.
  6. ^ Rincon, Paul (29 nîsan 2004). "Early human fire skills revealed". BBC News. Roja gihiştinê 12 çiriya paşîn 2007.
  7. ^ Race and Human Evolution. By Milford H. Wolpoff. p. 348.
  8. ^ Vanishing Voices : The Extinction of the World's Languages. By Daniel Nettle, Suzanne Romaine Merton Professor of English Language University of Oxford. pp. 102–103.
  9. ^ Earle, Timothy (1989). "Chiefdoms". Current Anthropology (bi îngilîzî). 30 (1): 84–88. doi:10.1086/203717. JSTOR 2743311.
  10. ^ "Mesolithic | Definition, Technology, & Facts". Encyclopedia Britannica (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 13 hezîran 2021.
  11. ^ "World Museum of Man: Neolithic / Chalcolithic Period" (bi îngilîzî). World Museum of Man. Ji orîjînalê di 21 çiriya pêşîn 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 21 tebax 2013.
  12. ^ Lyras; û yên din. (2008). "The origin of Homo floresiensis and its relation to evolutionary processes under isolation". Anthropological Science (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 kanûna pêşîn 2017.
  13. ^ Figure 3.3 from First Farmers: The Origins of Agricultural Societies by Peter Bellwood, 2004
  14. ^ "The Perfect Gift: Prehistoric Massacres. The twin vices of women and cattle in prehistoric Europe" (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 11 hezîran 2008 de hat arşîvkirin.
  15. ^ Winn, Shan (1981). Pre-writing in Southeastern Europe: The Sign System of the Vinča Culture ca. 4000 BC. Calgary: Western Publishers.
  16. ^ Leonard D. Katz Rigby; S. Stephen Henry Rigby (2000). Evolutionary Origins of Morality: Cross-disciplinary Perspectives (bi îngilîzî). United kingdom: Imprint Academic. r. 158. ISBN 978-0-7190-5612-3. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 22 tebax 2020.
  17. ^ Gibbs, Kevin T. (2006). "Pierced clay disks and Late Neolithic textile production" (bi îngilîzî). Academia.org. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  18. ^ Green, Jean M (1993). "Unraveling the Enigma of the Bi: The Spindle Whorl as the Model of the Ritual Disk". Asian Perspectives (bi îngilîzî). 32 (1): 105–124. Ji orîjînalê di 11 sibat 2015 de hat arşîvkirin.
  19. ^ Cook, M (2007). "The clay loom weight, in: Early Neolithic ritual activity, Bronze Age occupation and medieval activity at Pitlethie Road, Leuchars, Fife". Tayside and Fife Archaeological Journal (bi îngilîzî). 13: 1–23.
  20. ^ Harris, Susanna (2009). "Smooth and Cool, or Warm and Soft: Investigatingthe Properties of Cloth in Prehistory" (bi îngilîzî). Academia.edu. Ji orîjînalê di 1 nîsan 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013. {{cite journal}}: Ji bo journal parametreya |journal= hewce ye (alîkarî)
  21. ^ "Aspects of Life During the Neolithic Period" (PDF) (bi îngilîzî). Teachers' Curriculum Institute. Ji orîjînalê (PDF) di 5 gulan 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 îlon 2013.
  22. ^ "Serbian site may have hosted first copper makers". ScienceNews (bi îngilîzî). 17 tîrmeh 2010. Ji orîjînalê di 8 gulan 2013 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 çiriya pêşîn 2015.