Selamo

aktor û komedyenekî kurd

Selamo, anku Selamo Selo, aktor û komedyenekî kurd e ku di 1966an de li Nisêbîna Mêrdînê (Bakurê Kurdistanê) hatiye dinyayê. Ew heta sala 1981ê li Nisêbînê jiyaye, di sala 1982an de çûye bajarê Îzmîrê (Tirkiye)[1].

Di salên 1990an de dest bi xebatê şanogeriyê kiriye. Wî di sala 1993an de koça Almanyayê kiriye, di Medya TV û Roj TV de bi skeçên xwe tê naskirin. Ji bilî van xebatan di radyoya Dengê Mezopotamya de sê salan bernameyeke komedî bi navê "Teşqele" amade û pêşkêş kiriye. Dû re di sala 2006an de dest bi xebata stand-up kiriye, cara pêşîn di sala 2007an de hat Amedê û di çarçoveya 7emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de bi listika xwe ya bi navê "Teşqele" derket pêşberî temaşevanan[2].

Di sala 2008an de di vekirina Navenda Çanda Mîtannî de li Nisêbinê lîstika "Teşqele 2" pêşkêş kir. Pişt re di 12ê çiriya pêşîn a 2008an de li Festîvala Çandî ya Qoserê bi lîstika bi navê "Paş û Pê" derket pêşiya temaşevanan[3].

Komedyen Selamo nuha nêzîkî Düsseldorfa Almanyayê dijî[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=print&sid=731
  2. ^ "Kopîkirina arşîvê". Ji orîjînalê di 28 adar 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 adar 2020.{{cite web}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  3. ^ http://diyarname.com/news.php?Idx=1289

Girêdanên derve biguhêre