Sedat Yurtdaş

Parêzer û siyasetmedarekî kurd

Sedat Yurttaş (jdb. 1961, Şankuş, parêzgeha Diyarbekirê, Bakurê Kurdistanê) parêzer û siyasetmedarekî kurd e.

Sedat Yurtdaş
Image dans Infobox.
Endamê Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
Diyarbakır (en)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stembolê (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe

Jînenîgarî

biguhêre

Yurtdaş serokê Navenda PEN a Kurd bû. Di sala 1961an de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr de xebitî. Dû re Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stembolê qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê kir.[1]

Di hilbijartina giştî ya sala 1991an de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, piştî ku di 1994an de DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Piştî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya Enqereyê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn.

Yurtdaş îro li Amedê dijî.[çavkanî hewce ye]

Berhemên wî

biguhêre
  • Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak, Helbest – Weşanên Belge, bi tirkî, 1992.
  • Bir Gensoruda Parlemento Gerçeği, Bîranîn – Weşanên Yurt, bi tirkî, 1993.
  • İnsanlar Düşünceler Kavgalar, Bîranîn – Weşanên Öteki, bi tikî, 1996.
  • Remo: Bitmeyen Sorgu, Roman – Weşanên Çiviyazıları, bi tirkî, 1998.
  • Xelat, Çîrok – Weşanên Siyê, bi kurdî, 2002.
  • Kevoka Xeyalî, Çîrok - Weşanên Elma, bi kurdî Stenbol, 2012.
  • Kefaret, Çîrok - Weşanên Lis, bi kurdî 2012.

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "TÜRKİYE BÜYÜK MİLLET MECLİSİ KATALOĞU". web.archive.org. 4 adar 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 4 adar 2016. Roja gihiştinê 30 çiriya paşîn 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)