Salihê Heydo

Nivîskarê kurd

Salihê Heydo, rewşenbîr, nîvîskar û helbestvanekî kurd e. Ew li Rojavayê Kurdistanê dijî[1].

Salihê Heydo
Jidayikbûn6ê adara 1956an (68 salî)
Hesê Ûso, Amûde, parêzgeha Hesîçeyê
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurtejiyan û berhemên wî biguhêre

Salihê Heydo li 6ê adar a 1956an de li gundê Hesê Ûso ku dikeve ser devera Amûdê parêzgeha Hesîçeyê ji dayik bûye[2].

Xwendina seretayî li gund û ya navendî li bajarê Hesîçeyê xwendiye, di sala 1970î de dest bi nivîsandin û xewndina zimanê kurdî ya bi tîpên latînî digel tîpên kurdiya kirîlîk ku kurdên Ermenistan, Gurcistan û Azerbêcanê pê dinivîsandin kiriye û helbest û nivîsandinên xwe li ser rûpelan dane belavkirinê û hûnandinê, di sala 1975an de pirtûkên xwendina zimanê kurdî ji pola yekem heya şeşan afirandiye, di gel wêne û resmên di hindirê wan de, ji ber ku ji hêla şêwekariyê de jî ne bê par e, her wiha zane li piraniya amûrên sazê jî bide, weke tembûr, biziq, berbet (ûd), cumbiş, bilûr û cotik. Her wiha kar û xebatek berfireh di warê folklor û zargotina kurdî ya kurmancî de kiriye, ji gencîneya ku berev û şirovekiriye tev deq û mijarên temam û şirovekirina wan ev in:

  • 3000 dûrik ji folklorê kurdî berevkirine û hemî şirovekirine tev noteyên wan yên muzîkî di gel cih û dever û herêmên wan ku ew jî yên paleyê, destarhêrandinê, qirşvanî yê, cûnîkutê, savarkelînê, bêrî-vantîyê, dewkilandinê, dêranê, kirîvantiyê, govendîyê, berbûkîyê, giranîyê û bêlûteyên feqehan.
  • 4000 pend û gotinên pêşîyan (metelok û edyom).
  • 1500 sirûdên lîstikên zarokan, digel şirovekirin û danasîna herêmên wan.
  • 500 çîrokên folklorî yên şevbuhêrkan.
  • 500 qinyatên kudewarî yên civakî.
  • 1000 têderxistinok û zûgotinokên kurdî.
  • 7000 wêneyên keç û jinan digel yên mêran bi cil û bergên resen yên folklorî ji her çar perçeyên Kurdistan û dever û herêmên kurdnişîn.
  • 100 sîdî bi deng û reng digel keç û xortan û jin û mêran û saz û awazên kurdî yên resen herêm bi herêm gund bi gund.

Salihê Heydo li her perçeyên Kurdistanê geriyaye ji bo belgekirina û berevkirina folklorê kurdî.

Ji hêla Enstîtuya Kelepora Kurdî de li Herêma Kurdistanê ev nasnav lê bûne: "Enstîtuya Gerok", "Helbestvanê bi lebt û liv", "Helbestvanê Gerrok", "Googlê Kurdî", "Googlê Rojava", "Pîrê zimanê kurdî", "Derwêşê folklorê kurdî", "Pirtûkxaneya Guhêzok", "Kesayetiyek nepeyda", "Seriyê pir Şepol", "Dîroka zendî", "Mezintrîn folklornas li her çar perçeyên Kurdistanê"...

Xelatên rêzgirtinê yên ku jê re hatine xelatkirin biguhêre

Berhemên wî yên çapkirî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Salihê Heydo (1996). Serpêhatiya Tûmazê Kildanî û Axayê Şêrwanî.
  2. ^ "Salihê Heydo anku 'Google a Kurdî' her tiştê Kurdan dizane". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 8 çiriya paşîn 2021.