Sümeyye Boz

siyasetmedareke kurd

Sümeyye Boz (jdb. 1885 li Kopa Mûşê) antropolog û siyasetmedareke kurd e ku parlametera heyama 28an a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Mûşê ye.[1]

Sümeyye Boz
Image dans Infobox.
Sümeyye Boz (2023)
Jidayikbûn
Hevwelatî
Perwerde
Sivas Cumhuriyet University (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Partiya siyasî

Jînenîgarî biguhêre

Sümeyye Boz di sala 1985an de li navçeya Kop a bi ser parêzgeha Mûşê ve hatiye dinyayê. Xwendina xwe yê sereke û navîn li Kopê xwendiye û xwendina xwe ya zanîngehê jî li Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwasê beşa antropolojiyê xwendiye.[2] Di sala 2015an de dema ku li Rêveberiya Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Wanê ya Rêya Armûşê koordînatoriya perwerdehiyê dikir, jiber nêrîna wê ya siyasî ji aliyê qeyûmê ku hikumeta tirk tayîn kiriye ve ji kar hatiye derxistin. Piştî hilbijartinên herêmî ya sala 2019an ji Şaredariya Rêya Armûşê ku weke şêwirmendê hevşaredarê şaredariyê dixebitî carek din dîsa ji aliyê hikumeta tirk ve ji kar hatiye derxistin û qeyûm hatiye tayînkirin.[3]

Sümeyye Boz yek ji parlameterên kurd e ku bi awayekî baş bi zimanê kurdî diaxive.[4]

Kariyera polîtîk biguhêre

Sümeyye Boz ji ber nêrînên wê yê siyasî berî ku ji aliyê hikumeta tirk ji hatiye derxistin di sala 2019an de wekî şêwirmendê hevşaredarên Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê xebitiye. Di sala 2023an ji bo heyama 28an parlamenteriyê ji bo parlametera Mûşê bûye berbijar û di sala 2023an de wekî parlamentera Mûşê hatiye hilbijartin.[1]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b "Parlametera Mûşê Sümeyye Boz". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ "Sümeyye Boz kî ye?". Bernamegeh (bi tirkî). 27 çiriya pêşîn 2023. Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ "Li Mûşê Partiya Çep a Keskan 2 û AKPê jî kursiyek bi dest xistin". DHA | Demirören Haber Ajansı (bi tirkî). 15 gulan 2023. Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2023.
  4. ^ Ji berbijarên Mûşê bangawaziya gel. (bi îngilîzî), roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2023