Sîstema XY ya diyarbûna zayendê


Di peresîna embriyoyê de rêbaza peydabûna zayenda weçeyê wekî sîstema diyarbûna zayendê (bi inglîzî: sex-determination system) tê navkirin.

Zayenda mirov ji aliyê kromozoma Y-yê ve tê diyarkirin.

Zayenda hin zîndeweran li gor şert û mercên hawirdorê diyar dibe. Wekî mînak zayenda corek kûsî yên bi navê Emys obicularis li gor germahiya hawirdorê diyar dibe. Heke germahiya hawirdorê ji 30 °C yê zêdetir be, ji hemû hêkan çêjikên mê der dikevin. Lê heke germahiya hawirdorê ji 25 °C yê kêmtir be, vê gavê ji hemû hêkan çêjikên nêr der dikevin. Gava germahiya hawirdorê 28.5 °C be, îcar nîvê çêjik nêr, nîvê çêjik jî wekî mê ji hêkan derdikevin.[1]

Lê agahiyên bo diyarkirina zayenda mirov, memikdar, û pirraniya ajalan ne li gor hawirdorê, lê wekî zanyariyên bomaweyî li ser kromozomên dayik û bavê de derbasî weçeyê dibe.[2]

Bi kromozoman diyarbûna zayenda zîndeweran bi 5 şeweyî rû dide.[3]

1.Sîstema XY ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: XY sex-determination system)

2.Sîstema ZW ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: ZW sex-determination system)

3. Sîstema X0 ya diyarbûna zayendê(bi înglîzî: X0 sex-determination system)

4. Sîstema haplodîploîdî ya diyarbûna zayendê (bi înglîzî: haplodiploidy)

5. Sîstema hevbenda kromozoman a diyarbûna zayendê( bi înglîzî: compound chromosomal mechanisms)

Li gel mirov, zayenda pirraniya memikdaran, hin masî, xişok û kêzikan li gor sîstema XY tê diyarkirin. Di sîstema XY-yê de nêr kromozomên zayendê yên XY, mê kromozomên XX lixwe digirin û zayenda weçeyê ji aliyê kromozoma Y-yê ve tê diyarkirin.

Rêbaza diyarbûna zayendê bi sîstema XY

biguhêre

Her xaneyêk laşê mirov 46 kromozom (23 cot) lixwe digire. Ji vana 22 cot kromozom wekî “kromozomên laş” (bi înglîzî: somatic chromosomes / autosome) tên navkirin. Erk û pêkhateyên 22 cotên kromozomên laş di xaneyên nêran û mêyan de heman e.[4] Cota din a kromozoman jî wekî “kromozomên zayendê” (bi înglîzî: gonosome / sex chromosomes) tê navkirin. Zayenda mirov ji aliyê kromozomên zayendê ve tê diyarkirin.[5]

Li gor vê esasê hejmara kromozomên xaneyên mêyan (44+ XX) e, û ya nêran (44+ XY) e. Ango di xaneyên mirovê nêr û mêyan de kromozomên zayendê ji hev cuda ne.

Sperm û hêk bi dabeşbûna mîyozî ji xaneyên gametçêker (bi înglîzî: germ cells) tên bi destxistin. Xaneyên gametçêker bi dabeşbûna miyozî hejmara kromozomên xwe dadixînin nîve. Ji xaneya çêkerê hêkê, bi miyozê hêkexaneya (22 + X) kromozomî peyda dibe. Ji xaneya çêkerê spermê du cor sperm peyda dibin, spermên bi kromozomên (22 + X) û spermên bi kromozomên (22 + Y).[6] Ango li gor cora kromozoma zayendê, hêkexaneyên mê yê yek cor e, lê di nêran de xaneyên sperm du cor in.

Dema pîtînê de, 23 kromozomên hekexaneyê bi 23 kromozomên spermê ve yek dibin û zîgota 46 kromozomî peyda dibe. Heke xaneya hêkê (22 + X) bi sperma (22 + Y) ve yek bibe, embriyo ya bi (44+ XY) kromozomî dirist dibe, vê gavê zayenda embriyoyê nêr e.

Lê heke hekêxane bi sperma (22 + X) kromozomî ve yek bibe, îcar embriyoya bi (44+ XX) kromozomî çêdibe û zayenda embriyoyê mê ye.[5] Ango diyarbûna zayende di dema pîtînê de rû dide.[3]

Hebûna kromozoma Y-yê dibe sedema çêbûna zayenda nêrtiyê.[4] Kromozoma Y ji kromozoma X-ê piçûktir û kintir e.[7] Li ser kromozoma X-ê de bi qasî 1090 gen cih digire, lê tenê bi qasî 80 genên kromozoma Y-yê heye.[8]

Zanyarê emerîkî Theophilus Painter, di salên 1920 dan de da nîşankirin ko zayenda mirov û memikdaran ji aliyê kromozomên X û Y ve tê diyarkirin û kromozomên diyarkerê zayendê di sperman de cih digirin.[9]

Di sala 1990î ji britanyayê komek lêkonlînê li ser kromozoma Y-yê de genek kifş kir. Ev gen ji bo peresîna gunan kar dikir. Wê genê wekî SRY( sex-determining region of Y) ango “beşa Y-yê ya diyarkirina zayendê” nav kirin. Heke di embriyoyê de ev gen tune be, li dewsa gunan, hêkdank diperisin,[10],ango embriyo bi zayenda mê diperise. SRY ji bo rêkxistina genên din, proteînên taybet dide diristkirin. Bi vî awayî ji bo diyarbûna zayenda nêrtiyê gellek gen kar dikin.[11]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Gilbert SF. Developmental Biology. 6th edition. Sunderland (MA): Sinauer Associates; 2000. Environmental Sex Determination. Available from: [1]
  2. ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
  3. ^ a b Cullen, K. E. (2009).Encyclopedia of Life Science. Newyork: Facts On File, Inc
  4. ^ a b Losos, J., Mason, K., Johnson,G., Raven, P., & Singer, S. (2016). Biology (11th ed.). New York, NY: McGraw-Hill Education.
  5. ^ a b Sembulingam, K., and Prema Sembulingam. Essentials of Medical Physiology. 6th ed., Jaypee Brothers Medical Publishers, 2012.
  6. ^ Simon, E. J., Dickey, J.L., Reece, J. B., & Burton, R. A. (2018).Campbell Essential Biology with Physiology (6th ed.). Newyork, United States: Pearson.
  7. ^ Waugh, A., Grant, A., Chambers, G., Ross, J., & Wilson, K. (2014).Ross and Wilson anatomy and physiology in health and illness (12th ed.). Edinburg: Elsevier.
  8. ^ Fox, Stuart Ira.Human Physiology. McGraw-Hill Education, 2016.
  9. ^ Glass, Bentley (1990) Theophilus Shickel Painter 1889—1969: A Biographical Memoir, National Academy of Sciences, Washington DC. Retrieved 24 Jan 2022.
  10. ^ Starr, C., & McMillan, B. (2010) Human Biology (8th ed.). Pacific Grove, CA: Brooks/Cole Publishing Company.
  11. ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.