Roni Margulies, (jdb. 5ê gulana 1955an li Stembol, m 2023) nivîskar, wergêr , weşanger û rojnamevanekî navdar ê Tirkiyeyê ye. Yek ji demokrat û sosyalîstan e.

Roni Margulies
Jidayikbûn5 gulan 1955 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin19 tîrmeh 2023 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Robert College Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
  • Socialist Workers Party Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Piştî dibistana amadeyî li Robert Kolejiyê (Koleja Robert), diçe Brîtanyayê. Li wir li ser aborînasiyê perwerde dibe. Margulies ji aboriyê bêhtir xwe dide polîtîka û wêjeyê, bi taybetî helbestê.

Çepa tirk û Margulies biguhêre

Margulies çepa tirk rexne dike ku xwe ji kemalîzmê dûr nagirin, di babeta kurd de statukoparêz û di qada navneteweyî de neteweperwer in. Bi pêşketina tevgera kurd re, çepgir û sosyalîstên tirk pirranî xwe dan aliyê dewletê û bûn dijberên kurdan. Margulies viya wekî "çepa tirk nebûye, tirkê çep hebûye" şîrove dike.

27ê tebaxa 2009an li Stembolê ji aliyê alîgirên partiya çepgir ÖDPê, êrîş lê hate kirin. Margulies endamê partiya DSİPê ye û di rojnameya Tarafê de dinivîse. Margulies bi eslê xwe ji gelê cihû ye.