Rojbin Özkan
Rojbîn, yan jî Rojbin Özkan, (jdb. 1974 li Gimgim, Mûş, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û lêkolînereke Kurd e[1] ku bi eslê xwe ji navçeya Gimgim a bi ser parêzgeha Mûşê ya Bakûrê Kurdistanê ye.[2]
Rojbin Özkan | |
---|---|
Jidayikbûn | 1974 Gimgim, Mûş, Bakurê Kurdistanê |
Pîşe | Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Netewe | Kurd |
Salên çalak | 2008-niha |
biguhêre |
Jînenîgarî
biguhêreRojbîn Ozkan, di sala 1974 an de li gundê Rindalya ya navçeya Gimgim bi ser parêzgeha Mûşê hatiye dinyayê.[2]
Malbata wê malbateke naskiriyê li herêmê ye ku bi navê “Mala Seydayê Rindalya” tê naskirin. Ozkan ji ber wezîfeya bavê xwe ya meletiyê , li Wanê mezin dibe. Ozkan ku niha li Mûşê dijî, di sala 2008an de dest bi nivîskariyê dike. Heta niha 4 pirtûk nivîsandiye û gotarên wê di hinek kovar û malperên kurdî de hatine weşandin.[3]
Rojbîn Özkan 3 salan di kovara Nûbiharê de rûpela Nûbihara Bicûkan a zarokan amade kir. Di heman kovarê de dosyayên wêjeya zarokan û jinên kurd amade kiriye.
Pirtûka wê ya yekem a bi navê Zaroken Heskîfê di beşa Kurdolojiyê ya Zanîngeha Mêrdînê ji bo wêjeya zarokan wekî pirtûka alîkar hate pêşniyarkirin. Niha xebatên wê yên li ser antolojiya nivîskarên jin ên kurd didomîne.[3]
Berhemên wê
biguhêre- Zarokên Heskifê' (Çîrok)
- Stêrkên Bihiştê (Lêkolîn)
- Serê Bajarekî Çîrokek
- Rêwîtîya Lewend (Çîrok)
- Qenewîç (Çîrok)
- Antolojîya niviskarên jin ên Kurd (li ber çapê ye)
Çavkanî
biguhêre- ^ A.Ş, Kidega Elektronik Tic ve Yayıncılık. "Rojbin Özkan Kimdir? - En Sevilen ve En Çok Satan Kitapları". kidega.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.[girêdan daimî miriye]
- ^ a b "ROJBÎN ÖZKAN KİMDİR". Bernamegeh (bi tirkî). 31 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.
- ^ a b "ROJBÎN ÖZKAN KİMDİR". Bernamegeh (bi tirkî). 31 kanûna pêşîn 2021. Roja gihiştinê 18 çiriya pêşîn 2022.
Ev gotara ji bo nivîskareke kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |