Risaleyekê di behsa şaîr û musenefên di Kurdistanê

Risaleyekê di behsa şaîr û musenefên di Kurdistanê rîsaleyeke Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Ev rîsale ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve bi piştgiriya Alexandre Jaba di nîveka sedsala 19an de hatiye nivisandin. Piştî ku li Ewropayê xebatên li ser kurdolojiyê di sala 1789an de bi gramera Garzoniyê îtalî dest pê kiriye ne bi gelekî, di nîveka pêşîn a sedsala 19an de rûsan jî dest avêtine Kurdolojiyê. Di vê demê de Akademiya Rûsîstanê, balyozê Rusîstanê yê Erzîromê A. Jaba (1800-1891), bi komkirina berhemên kurdî û rêkirina wan bo Rûsistanê wezîfedar kirine. Jaba, li Erzeromê 17 Salan jiyaye (1848-1866) û bi arîkariya melayên kurdan ên weki Mele Mehmûdê Bazîdî, Taha Hecî Ebdulezîz, Mihemed Xerib Silêman, Şah Neze, Mela Mihemed, Hesen Hekîmbaşî û Mihemedê Muksî li ser destnivîsên kurdî gelek xebat kirine.

Rîsaleya "Şa'ir û Musennefên di Kurdistanê" jî yek ji van xebatan e. Ev xebat di sala 1860î de li Sankt Petersbûrgê bi navê Recueil de Notices et Recits Kourdes ("Cimayî rîsale û hikayetên kurdî") hatiye çapkirin. Bi vî awayî cara pêşî di vê berhemê de derheqê biyografiya helbestvanên kurdan de rîsaleyek hatiye çapkirin.[1]

Herçiqas ev berhem û ev rîsale ji aliyê Jaba ve hatibe çapkirin ji, wekî hemû berhemên wî yên li ser kurdan, di amadekirina vê berhemê de jî rola sereke ya Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Eger Jaba nexwestiba, ew berhem û agahiyên derbareyê vê edebiyatê de kom nedibûn. Herweha eger Bazîdî di serî de piștgirî û agahî nedaba Jaba, dîsa ev tişt pêk nedihat.

Di vê rîsaleyê de derbareyê heşt helbestvanên kurd de agahî hene. Ev helbestvan jî ev in: Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî, Îsmaîlê Bazîdî, Şerefxan û Miradxanê Bazîdî. Çawa ku tê dîtin di rîsaleyê de tenê helbestvanên kurdên kurmanc cih girtine. Bi qasî ku tê zanîn ev rîsale yekem xebata biyografik e ku derheqê helbestvanên kurdan de hatiye amadekirin. Herçiqas rîsaleyeke biçûk jî be, ji ber ku di vî warî de xebata ewilîn e zehf bi qîmet e. Dîsa herçiqas rîsale hatibe çapkirin jî, ji ber ku di serdema klasîk de hatiye amadekirin û agahiyên wê ji aliyê melayekî klasîk ve bi terzê berê hatine dayîn em vê rîsaleyê wekî tezkîreyeke biçûk ku bi terzê tezkîreyên rojhilatê hatiye nivîsandin dihesibînin.[2]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Qenatê Kurdo, Tarîxa Edebyeta Kurdi, Öz-Ge, Ankara 1992, r. 14.53
  2. ^ Adak, A. (2015). Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk (Vol. 3). Istanbul: Weşanxaneya Nûbihar.