Rihayî (devok)

devok a rojava

Urfî an rihayî devoka kurmancî ya herêma Rihayê u Semsure ye. Ev devok nêzîkê kurmanciya li navçeya Kobanê ya ku dirêjiya deştê Sirûcê ye. Lê hejmarên kobaniyan wek yên kurmanciya navîn in.

Devoka Rihayî an Urfî
Kurmancî
Welatên lê tê axaftin  Kurdistan
Herêm Riha, Adiyeman
Axiverên zimanê zikmakî
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3

Hin taybetiyên urfî/rihayî biguhêre

Gotinên taybet biguhêre

Hinek gotinên taybet ên devokê hene, li gorî bikaranîna van gotinan meriv kare kurdên Rihayî nas bike. Ew gotin ji aliyê kurdên Rihayê ve tên bikaranîn:

  • = Bêje
  • Çito an jî Çitonî? = Çawa?
  • Çira? û Çiro? / (Ji) Çi re = Çima?
  • E dorim mol / Ez diherim = Ez dicim mal
  • E = Ez
  • Honî / Wihonî = Wiha
  • Wanî= Wiha
  • Kîcox? / Kî çax? (Di kîjan çaxê de?) = Kengê?
  • Kînga= Kengî?
  • Meke (Neke) - Mekene (Nekene) - Mebê -... (Ji boy gelek hevokên împeratif li cihê "ne-", "me-" tê bikaranîn)
  • No = Na
  • Werganî û Wergonî = Wisa
  • Li cihê gotina "ku" pir caran gotina "ge" (ger) an jî 'ke' (ku) bikaranîn. Mînak: E noxozim ge tu herî.

Hejmar biguhêre

Hinek hejmarên kurmanciya rast bi awayeke din tên gotin. Ew bi taybetî ev hejmar in û hertim wisa têne gotin:

  • Dudu / Dido = Du
  • Sisê = Sê
  • Nehe = Neh

Wekî din, hinek hejmarên din ên taybet wisa ne:

  • Dewûyek (Deh û yek) = Yazdeh
  • Dewûdudu / Dewûdido (deh û du) = Diwazdeh
  • Dewûsisê (deh û sê) = Sêzdeh
  • Dewûçor (deh û çar) = çardeh
  • Dewûpênc (deh û pênc) = Panzdeh
  • Dewîses (deh û şeş) = Sesdeh
  • Dewûheft (deh û heft) = Heftdeh
  • Dewûnehe (deh û neh) = Nozdeh

Axaftin biguhêre

Gelek caran tîpa a wek tîpa o tê gotin. Car caran tîpa e jî wisa tê gotin.

Mînak: Hevoka "Ez dixwezim ji te re bêjim ku tu neçî mal" wisa tê xwendin:

  • E dixozime ji te ro bême ge tu merî mol.
  • E dxozme j'te ro bême ke tu merî mol.