Rengîn Kardelen, nivîskareke kurd e ku di 1974an de li Sûra Amedê hatiye dinyayê[1].

Nivîskarê dibistana seretayî, navîn û ya lîse li Amedê xwendiye. Jiyana wê ya rojnamegeriyê bi xebata li rojnameya Gündemê li bajarê Êlihê dest pê kir.[2]

Demekê ji bo kovara heftane ya Kovar Gerçek nivîsî. Li rojnameyên Ronahî û Hêvî xebitî. Ji bo kovara Evrensel Kultur û ji bo kovara çand û hunerê ya Tavirê jî nivîsî. Para xwe ji êrişên li ser çapemeniya azad girt.[3] Bi giştî jê re 100 sal cezayê girtîgehê hate xwestin. Neçar ma derkeve derveyî welat û li yekemîn televîzyona asîmanî ya Kurdistanê li MedTV têkoşîna xwe ya rojnamegeriyê berdewam kir.

Rengîn Kardelen hêjî li Ewropayê û li welatê Belçîkayê dijî.

Berhem biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre