Remok

Gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê

Remok, gundekî girêdayî navçeya Mêrdînê Dêrikê ye ku hinek malên wê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin. Li Remokê genim, nîsk, ceh, garis û pembo gelekî tên çandin. Çandiniyên Remokê bi piranî avî ne, ji ber ku bîrên avê hatine kolandin.