Rehîmî Qazî

Nivîskar û akademîsyenê kurd
(Ji Rehîmê Qazî hat beralîkirin)

Rehîmî Qazî nivîskar û akademîsyenê kurd.

Rehîmî Qazî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di sala 1925an de li gundê Gwîgcelîyê ku bi ser Mukriyan ve ye hatiye dinê. Ji bo perwerdekirinê ji aliyê Komara Kurdistanê ve li Bakûyê tê hinartin[1] li wir li Zanîngeha Kirovê beşa dîrokê dixwîne. Di sala 1954an de teza xwe ya doktorayê ya bi navê "Tevgerên Azadiya Kurd û Qazî Mihemed" dinivîsîne. Demekê li heman zanîngehê di beşa dîrokê de mamostetiyê dike.

Di 1946an de li rojnameya Kurdistanê ku weşana Partiya Demokrat a Kurdistanê ya wê demê bû dest bi nivîskariyê kir, çardeh salan di vê rojnameyê de nivîsên wî derçûn.[2]

Di sala 1958an de tekane romana xwe ya bi navê "Pêşmerge" dinivisîne ku ev berhem di zarê soranî de weke romana yekem tê pejirandin.

Rehîmê Qazî di sala 1991ê li Bakûyê diçe ser dilovaniya xwe. Gora wî li Bakûyê ye.

Malbata wî biguhêre

Rehîmê Qazî birayê Seyfî Qazîyê Wezîrê Parastinê û pismamê Qazî Mihemedê serokkomarê Komara Kurdistanê bû.

Berhemên wî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  • Pêşmerge, Rehîmê Qazî, Weşanên Lîs, 2007, Amed