Seyfî Qazî

Wezîrê Parastinê ê Komara Kurdistanê

Seyfî Qazî yan bi navê xwe yê dirêj Mihemed Huseyîn Seyfî Qazî (z. ? - m. 30'ê adara 1947'an li Mehabad) siyasetmedar, têkoşerekî kurd bû. Di Komara Mehabadê de wezîrê parastinê bû.

Seyfî Qazî
JidayikbûnNayê zanîn Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin30 adar 1947 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mehabad Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêCezayê mirinê
HevwelatîÎran Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Xizmê serokkomar Qazî Mihemed bû. Di warê dîplomasiyê de jêhatî û behremend bû. Bi xwe beriya şoreşê li Rojhilatê Kurdistanê bazirganî dikir. Demekê dirêj di artêşa Îranê de wekî serbaz xebitîbû. Wî û gelek serbazên bi eslê xwe kurd bûn, di nava artêşa Îranê de komekê avakiribûn, dixwestin bo doza azadiya kurdan bixebitin.

Komara Mehabadê bi alîkariya YKSS, Brîtanya û Tirkiyeyê dida Îranê, têk diçe. Di 30'yê adara sala 1947'an de Seyfî Qazî jî bi tevî serokkomar Qazî Mihemed û rayedarên din, tê dardekirin.

Çavkanî biguhêre

  • Archie Roosevelt, Jr.: "The Kurdish Republic of Mahabad" ,Middle East Journal, no. 1 (July 1947), pp. 247-69 (îngilîzî)