Rezan Jamal an jî Raze Jam bernavkê rapvanê kurd Rêzan Cemal e ku di sala 1985an de li Mêrdînê[çavkanî hewce ye] ji dayîk bûye. Ew di zaroktiya wî de bala wî li ser muzîkê bû û di temeneke ciwan de dest bi nivîsandina helbestên xwe kir û dixwest ku bibe helbestvanek.

Raze Jam
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Rêzan Cemal
Pîşe

Di 1997an da tevî malbata xwe koçî Swêdê kirin û ji welatê xwe cûda dest bi jiyaneke nû kir. Niha, li bajarê Borlängeya Swêdê niştecih e, him li zanîngehê xwendekar e him jî bi muzîkê re têkildar e. Heya niha, stranên rap, hip-hop yên bi tirkî û swêdî çêkirin û di gelek konsêran de derket ser dikê. Lê niha, hew bi kurdî muzîka rap çêdike û armanca wî ew e ku muzîka kurdî ya rap bide destpêkirin.

Niha, li ser yekem strana xwe ya kurdî ya bi navê Em kurd in projeyên xwe berdewam dike[çavkanî hewce ye].

Jînenîgarî biguhêre

Rêzan Cemalê ku di sala 1985 li Enqereyê[çavkanî hewce ye] ji dayikbûye, eslê xwe ji Gundê Memîka a bi ser navçeya Stewra Mêrdînê ye.

Rêzan hîn bi temenê biçûk dest bi nîvîsandina helbestên xwe kiriye û herdem xwestîye bibe helbestvan. Rêzan hîna bi 13 saliya xwe de, bi malbata xwe re di sala 1997’an de koçi Swêdê dike û ew li wir ji axa xwe dûr dest bi jiyaneke cûda dike.

Ew cara yekê strana rapvaneke swêdî guhdar dike û gelekî jê hez dike. Rêzan bi vî awayî muzîka hiphopê nas dike û ji ber koçkirina malbata xwe ya bi mecburî, ew jî weke her ciwanekî kurd, ji ber ku li bajarên jı axa xwe dûr jidayikbûye û mezin bûye, ji zimanê dayikê jî hinekî bêpar maye. Ji ber vê yekê jî ew demên pêşi de muzîka hip-hopê bi zimanê swêdî û tirkî çêdike. Ew karê xwe piştî demekî kurt ji bo na bi zimanê dayika xwe kurdî çêke biryar dide. Di nava pêvajoyê de ew giraniyeke mezin dide kurdî û projeyên xwe yên cara pêşi re gavên girîng dıavêje. Ew destpêkê de ji bo ku hip-hopa kurdî were pêşxistin bi derfet û fedakariya xwe xebat dimeşanda. Ew bi bilindbûna tekoşina li metropolên Tirkiye û Ewropayê re hînî kurdiya xwe dibe û ew çêkirina stran û klibên çanda welatparêzî û serhildanê tê naskirin.

Rêzan di heman demê de hêdî hêdî tevlî konser û xebatên Kurdan ên ser dîkê dibe û di bernameyên radyo û televizyonên kurdan de îdîa dike ku ewê gelekî tişt muzîka hip-hopa kurdî re bide qezençkirin. Di sala 2007’an de li ser albûma solo a yekem Em kurd in de dest bi xebatan dike. Rêzan wê demê piranî bi navê Raze Jam dihat naskirin. Lê ev ne karêki hêsan e. Ji ber ku ji bo çêkirina albûman gelekî sebir pêwiste. Lewma pêdivî bi xebatkarên bi qalite û pispor hene. Hunermendê ku xwedî tarzeki hip-hopê ya cûda ye, di nava pevajoyê de bi awayeki profesyoneli dest bi çêkirina muzîka hip-hopê dike. Berdêla wê çi dibe bila bibe, Rêzan ji bo pêkhatina xeyala albûma muzîka hip-hopê ya bi kurdî zend û bendan badide. Di nava 4 salan de çıqas astengî û zordarî derketîbin pêşîya wî jî, wî hemû astengiyan bi serfirazî serket û albûmên ku wî bixwe çêkirî, di studyoyekî profesyonel de dawi kir û 21’ê adarê sala 2011’an de bi alîkarîya Mîr Muzîkê a di Cîhanê de wekî fîrmayeke muzîka kurd ya herî navdar tê naskirin re pêşkêşî gel kir[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre