Qubîn

(Ji Qubin hat beralîkirin)

Qubîn (1928: قوبن, Qobin, Qûbin; 1946: Beşiri; bi Tirkî, Beşiri) yek ji navçeyên Êlihê ye. Bingeha navçeyê heya dema Hûrrîyan kevn e. Asûrî, Med, Pers, Makedonî, Roma, Bîzans, Mongol, mîrîtiyên Kurdên, Osmanî li vir desthilatî kirine. Di sala 1926'î de wekî navçe bi Sêrtê ve û di sala 1990'î de jî bi Êlihê ve hatiye girêdan. 16 km ji Êlihê dûr e. Rûber 889 km², bilindahî ji rûyê avê 680 m ye. Gorî hejmartinên sala 2000'î hejmara niştecihên navendê 8.523 û bi giştî jî 33.152 ye. 1 nehiye, 51 gund û 64 mezre girêdayî Qubînê ne. Aborî piranî li ser xwedîkirina ajalan û çandinîyê ye. Herwekî li navçeyê kargehên piçûk û çend jî fabrîk hene. Ji bo mînak fabrîka nîsk, fabrîka xalîçeyan.

Navçeya Qubînê
Beşiri
Navçeya Qubînê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Qubînê
Navçeya Qubînê
Koordînat: 37°54′59″Bk 41°17′33″Rh / 37.91639°Bk 41.29250°Rh / 37.91639; 41.29250
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBatman (parêzgeh)
SerbajarQubîn
Hejmara nahiyeyan4 nahiye
Hejmara bajarokan2 bajarok
Hejmara gundan51 gund
Qada rûerdê
 • Giştî889[1] km2 (Çewtîya formatkirinê: têketina nederbasdar tilorkirin e sq mi)
Bilindahî
745 m (2444 ft)
Nifûs
 (2008)
32.282[2]
 • Berbelavî36,3/km2 (94/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
8.829
Koda postayê
72200
Koda telefonê(+90) 488
Map
biguhêreBelge

Navdarên Bajêr biguhêre

Çavkanî biguhêre