Qazî gundekî girêdayî navenda Agiriyê ye. Hin kes jê re dibêjin Qaziyê Qere Bekir, Qaziyê Redka, an jî Qaziyê Zîla. Qazî 13 km durî bajêr e. Navê vî gundî yê tirkî Kazlı Köyü ye. Nistecîhên gund xeynî çend malên qerepapax an (qerepapax gelekî asyayî ye û piştî avabûna cumhuriyetê (komar) bi destê dewletê ve hatine serhedê) hemû jî kurd in qerepapax ên li gund in jî hemû nava kurdan de heliyane û bûne kurd. Vî gundî de gelek mirovên welatparêz hene ku ji wan du kes ev in: yek serokê Şaredariya Agiriyê yê berê (1999) Huseyin Yılmaz e. Yilmaz niha (2011) di Doza Kck ê de li Amed ê girtî ye, yê din jî nivîskarê rojnameya Azadiya Welat Yaşar Eroglu ye.

Qazî
Kazlı
Kargêrî
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Agirî
Navçe Qerekose
Nahiye Zîro
Demografî
Gelhe (2010) 522[1] kes
Erdnîgarî
Koordînat 39°41′9″Bk 43°12′16″Rh / 39.68583°Bk 43.20444°Rh / 39.68583; 43.20444
Bilindayî 1.680 m
Koda postayê 04000
Koda telefonê (+90) 472
Qazî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Qazî
Qazî
Qazî (Tirkiye)
Map

Berê gund re tîren jî çûye lê mixabim piştî hatina tirka tîrên hatiye rakirin. Lê hê jî şopa tîrênê heye û her malên vî gundî de hesinên rayên tîrenê hene.

Niştecîhên gund biguhêre

Niştecîhên kurd piranî êla (eşîr) redkî ne Redkî jî girêdayî konfederasyona Zîlan e.

Li gund de du malên sereke hene ku wan her du malan ra dibêjin Mala Tirşik û Mala Silo. Ev her du malmezin jî pismamên hev in.

Mala silo (siloler)silo û tirşik pismamên hev in. dema serhildanên Agirî de mala tirşik ji îdir ê gundê hesexan tên. mala tirşik tê li gundê rex qazî yê bi navê zîro cîh û war dibin (zîro jî pismamên wan in) paşê navbera malbata tirşik û hîn malbatên ji zîro de pirsgirêk derdikevin. tirşik diçin gundê bi navê qazî ava dikin. peşiyê ji mezinên tirşika Edê (edêyê bavê îbrahîm) tê li piş gund mêrgan de kon vedigre paşê tirşikên din jî tên ew jî, kon vedigrin. wusa bi qazî cîh û war dibin. piştî wê di gund de xanî yan ava dikin. piştî gund rind tê avakirin pismamên wan yê qersê ango mala silo jî tê qazî cîh û war dibe. hinekî di gund wê de nistecîhên fille (ermenî) jî hebûne û têkiliyên wan baş bûne.

çemê mûradê pêşiya gund re dikişe gund cîhekî avîye berê gund de fille (ermenî) jî hebûne paşê tirka hemû fille qirkirine dewsa wan qerepapax û azerî hanîne gund paşê piranî ya wan gelên asyayî gund derketin...

Cîhên gund yê girîng biguhêre

  • newala cinna
  • çayira (mêrg) çalê
  • bicix
  • lîça mezin
  • lîça piçûk
  • newala bizî yê
  • kevirê sipî
  • rêya şoşê
  • rêya tap
  • şorik
  • bende (hindera bendê)
  • qada gogê (saha topê)
  • pala xerayî
  • pala meytewê
  • kaniya lîçê
  • kaniya şorikê
  • tirşik (tirşik cîhekî bi dar e û li wir de xwarina bi navê tirşik şîn dibe)
  • gola bicixa
  • mozelan
  • kevirên xaça (pişt gund hîn kevirên dîrokî hene û wan re dibêjin kevirên xaça (haç) ser keviran xêz (işaret) hene lê kes dîroka wan keviran nizane. mezinê gund digotin me berê ser wan keviran xwê dida sewalên (heywan) xwe lê em dîroka wan nizanin
  • kaniya meytewê
  • kaniya hindera mala hecî zawit

Çavkanî biguhêre