Terekeme

(Ji Qerepapax hat beralîkirin)

Terekeme navê berekê ku li Kurdistan, Tirkiye, Îran, Gurcistan , Daxistan û Ûkraynayê dijîn. Li Bakurê Kurdistanê li hin gundên Erdêxan, Qers, Sêwas, Kop û Xinûsê dimînin. Ji wan re qerepapax jî dibêjin. Osmanî û dûgela Tirk terekeme kom bi kom anîne li Kurdistanê bi cih kirine. Xwestine nîfûsa kurd li Kurdistanê kem bikin. Di salên 80´î û 90´î de efxan, azeriyên Îranê hwd jî anîne li Kurdistanê bi cih kirine. Ev etnopolîtîkaya dûgela Tirk hêj berdewam e.

Li ser peyva terekeme û bingeha vê berê gelek gengeşî û nîqaş hene. Gorî dîroka Tirkiyeyê ya fermî terekeme yek ji berên tirk ên qefqazî ye û di dema selcûqî û osmaniyan da bûne misilman. Lê wekî tê zanîn ti bawerî bi dîroka fermî ya Komara Tirkiyeyê nabe. Hin terekeme xwe ne bingeh-tirk lê qefqazî dihesibînin. Ji bo vê nêrina xwe jî çand, zargotin û peyvên nehatine pişavtin nîşan didin ku bi rastî jî bi pirranî dişibin qefqaziyan.

Hinek dîroknas jî dibêjin terekeme ji Erebistana Siûdî hatine û eşîreke koçber a ereban e. Gorî îdîaya wan di dema belavbûna ola îslamê ya li Kurdistan û Anatoliyayê de hin eşîrên ereban ji Mekeya Erebistana Saûdî hatine bicihbûn. Terak-î Mekke (kesên Meke terikîne) an terakîme hatiye gotin ji wan re û ev peyv wiha çêbûye. Ji bo vê îdîayê jî henbelîbûna terekemeyan, salnameyên osmaniyan hwd nîşan didin. Terekeme heya demên dawî ya osmaniyan bi pirranî mezheba henbelî dihebiyan. Bi bandora senteza Tirk-Îslamê vegeriyane mezheba henefî. Hêj jî henbelî hene.

Dîroknasên Ûris qerepapax an terekeme, kesên ji Îran û Qefqazê hatine û li herêma Aleksandropol, Akhaltsike û herêma Gurcistanê Akhalkalakiyê bicihbûne re dibêjin. Hinek terekeme ji xwe re dibêjin terkekeme.

Dîroka fermî ya dûgela Tirk, wekî tê zanîn kê li Tirkeyeyê dijî dike Tirk û dibêje ew jî bera tirkên Oxiz hatiye. Bi pirranî terekemeyan bi azeriyan ve girê dide. Mixabin azerî bi xwe jî terekemeyan ji xwe nahesibînin û wan napejirînin. Bi sedan pêkenok û çîrokên azeriyan ên ku terekemeyan biçûk dixîne hene.