Prînsîbên Wilson an 14 Pinkte, navê xwe ji serokdewletê 28em ê DYAyê Woodrow Wilson digire. Wî piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, li sazûmeniyeke nû ya cîhanê digeriya. Di 8ê kanûna paşîn 1918î de di Kongreya DYAyê de 14 xalan pêşniyar dike ku ewana paşê bi navê "Prînsîbên Wilson" an "14 Pinkte" hatine binavkirin.

Serokdewletê DYAyê Woodrow Wilson

Hejmara xalên danezanê ne tenê 14 ne. Paşê Wilson gelekan lê zêdedike. Ew bo Kurdistanê jî angaştên xwe dide xûyakirin.

  • 1. Peymanên aştiyê divê bi zelalî werin pêkanîn, ne bi veşarî.
  • 2. Bikaranîna avên derî mafê berbilaviyê, divê di aştiyê de bi azadî be. Bi biryarên navneteweyî, bo bicihanîna peymanên navneteweyî dikare hin bisînorkirin werin kirin.
  • 3. Hemî kelemên pêş têkiliyên aborî yên navbera gelan de divê werin rakirin. Destûra bazirganiya azad divê hebe.
  • 4. Netewe, ji xeynî pêwîstiyên parastinê divê nekevin pêşbirka çekan. Bo bicihanînê divê garantî li neteweyan werin dayîn.
  • 5. Divê dekolonîzasyon were pêkanîn, gelên bindest re mafê terxankirina çarenûsa xwe were dayîn.
  • 6. Hêzên biyanî yên li Rûsya divê werin vekişandin, hemî alîkariyên bo ji nû ve bipêşketina Rûsyayê werin dayîn.
  • 7. Divê Almanya, herêmên Belçîkayê ku dagirkiriye, jidestberde û rewşa beriya şer were sazkirin.
  • 8. Divê Almanya axa Fransayê ya ku dagirkiriye şûnve bide, Alsaz-Loren a Prûsyayê di sala 1871î de girtibû şûnve bê dayîn.
  • 9. Gorî prînsîbên netewetiyê tixûbên Îtalya divê ji nû ve were kifşekirin.
  • 10. Mafê tayînkirina qederê li gelên Împeratoriya Awistirya-Mecaristan were dayîn.
  • 11. Dawî li dagirkirina Romanya, Serbistan û Montanegro were dayîn, derfeta riya deryayî ji Sirbistanê re hebe. Ji nû ve tixûbên dûgelên Balkan werin çêkirin.
  • 12. Mafê desthilatiyê ji Tirkên Împeratoriya Osmanî û ji gelên din re jî azadî were dayîn. Tengava Dardanel (Çanakkale) ji hemî keştiyên bazirganiyê re vekirî be û ev yeka han têkeve bin garantiyan.
  • 13. Polonyayekî azad hebe û bi Derya Baltikê re cîran be.
  • 14. Mezin an piçûk hemî dewlet divê ji sînorên hev re rêzdar bin û ji bo garantiya wê jî divê rêxistina navneteweyî were damezirandin.

Serî de dagirkerên Kurdistanê, gelek welat li dijî van prînsîban derdikevin û Wilson wekî dijminekî dinirxînin. Gorî hinekan jî, Wilson di gelek xalan de berjewendiyên DYAyê aniye zimên, bo mînak bikaranîna fireh a deryayan. Dîsa jî gorî gelekan ew mirovekî wêrek û nûjenparêz bû û li çareseriya pirsgirêkên sedan salan digeriya.

Çavkanî biguhêre