Azerbaycan an jî Komara Azerbaycanê (bi azerî : Azərbaycan an jî Azərbaycan Respublikası) welatekî li başûrê rojavayê Ewropayî-Asyayî, cîranî Ermenistan, Tirkiye, Gurcistan, Ûrisya û Îranê ye. Yek ji komarên kevn ên Sovyetîk e.

Welatî, ziman û tiştên Azerbaycanê azerbaycanî ango azerî ne. Rûbera wê nêzîkî 86.600 km² ye û li wir dora 10,2 milyon kesan hene (2021). Serbajarê Azerbaycanê Bakû (bi azerî: Bakı).