Perçemka mêwexwer ya Misrê
Tu dikarî vê gotarê ji gotara wekhev a îngilîzî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê | |
---|---|
Perçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê Rousettus aegyptiacus | |
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Mammalia |
Kom: | Chiroptera |
Famîle: | Pteropodidae |
Binefamîle: | Pteropodinae |
Cins: | Rousettus |
Cure: | R. aegyptiacus |
Navê zanistî yê latînî | |
Rousettus aegyptiacus (Geoffroy, 1810) | |
Belavbûna Perçemka mêwexwer ya Misrê |
Perçemka mêwexwer ya Misrê , rûviya firrinde [2] an rozeta misrî (Rousettus aegyptiacus), cureyekî perçemkên Cîhana Kevn û ji famîleya perçemkên mêwxwer (Pteropodidae) ne.
Belavbûna erdnîgarî
biguhêrePerçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê li Rojhilata Navîn, rojhilata Pakistanê, bakura Hindê û li parzemîna Afrîkayê ji xeynî beybana Sahara têne dîtin.
Şayes
biguhêrePerçemka(şevşevok) mêwexwer ya Misrê ji perçemkên dêw (Megachiroptera) biçûktir e. Dirêjiya piyalên herdu baskên perçemka mêwexwer ya Mîsrê nêzî 60 cm. Dirêjiya laşê derdorî 15 cm. Giraniya wê nêzîkî 160 g. Nêr ji mê mestir e. Rengê vê perçemkê qehweyî yê vekirî û rengê baskan qehweyî tarî ye. Çavên wê tarî yên û guhên wê mezin û tûj in. Poz an bêvila vê perçemkê dirûvê kûçikan e, ku bû sedema navlêkirina wê wek rûviyê firrinde di zimanê îngilîzî de.
Reftar
biguhêreNolê gelek perçemkan, perçemka mêwexwer ya Misrê di şevê de li xwarinê xwe digere.
Xwarin
biguhêre.
Perçemka mêwexwer ya Misrê gelek cureyên mêweyan nerm û hişk dixwe, lê bi taybetî ji xurmên bejî hez dike.
Pirbûn
biguhêreÇavkanî
biguhêre- ^ Mickleburgh et al. (2004). Rousettus aegyptiacus. 2006. IUCN Red List of Threatened Species. IUCN 2006. www.iucnredlist.org. Retrieved on 11 May 2006. Database entry includes a brief justification of why this species is of least concern
- ^ gor wateya wê bi îngilîzî
Girêdanên derve
biguhêreLi Wikimedia Commons medyayên di warê Perçemka mêwexwer ya Misrê de hene
- The Organization for Bat Conservation: perçemka mêwexwer ya Misrê Girêdana arşîvê 2007-04-05 li ser Wayback Machine
- The Centre for the Conservation of Species Girêdana arşîvê 2007-04-07 li ser Wayback Machine
- Oregon Zoo Animals: perçemka mêwexwer ya Misrê Girêdana arşîvê 2007-04-22 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |