Pêrçemok

Pêrçemok
"Chiroptera" ji berhema Ernst Haeckel ya bi navê Kunstformen der Natur, 1904
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Jêreçîn: Eutheria
Jorekom: Laurasiatheria / Archonta
Kom: Chiroptera
Blumenbach, 1779

Perçemk, Çilêçilê, Şevşevok an jî Çilê (Chiroptera), komek e canewerên ku dikanin bifirin ji çîna guhandaran in.

Şayîs biguhêre

Ew nolê mişkan in, lê perên xwe hene û dikanin bifirin. Girşê perçemkê mîna mişkan bi pirçikê girtî ye. Perên xwe wek navpêçiyên beqan an jî werdekan bir çermekî zirav çêbûye.

Reftar biguhêre

 
Spectrogram of Pipistrellus pipistrellus (common pipistrelle

Perçemk bi roj xwe dikin qulên xwe û bi şevê derdikevin. Perçemkan dengek e bilind derdixin û ji vegerê ewan dengê dizanin ku çi çi ye.

Xwarin biguhêre

Bi giştî perçemk goştxwer û xwînxwer hene û mêwexwer hene.

Etîmolojî û bêjenasiya peyvê biguhêre

Navê perçemkê ji perê xwe yên bi çerm tê. Ew nav ji perçerm bûye perçermik e û pey ra bûye perçemk e. Wek lê jêr xuya dibe nav Kurdan gelek navên xwe hene. Pir nav jî ji navê perçerm çêbûye. Li hin hêlan jî dibêjin şevşevok ji bo ew bi şevên difirin.

Peresan û dabeşan biguhêre

Perçemk ji 50 miliyon salên berê di gera îyosînî dijî bû û gelek rûdemên wê hate guherîn. Cureyên perçemkan der dorî hezar cureyên cuda ye û di du grûpan de sîstem dibin:

Gorî dabeşana klasîk jî famîle û cinsên wî ew in:

Famîleya perçemkên mêwexwer yan Fêkîxwer (Pteropodidae) biguhêre

Famîleya perçemkên poznal (Rhinolophidae) biguhêre

  • Perçemk (Rhinolophus)

Famîleya perçemkên dûvqûwer (Emballonorudae) biguhêre

  • Perçemk (Taphozous)

Famîleya perçemkên pozraste (Vespertilionidae) biguhêre

  • Baçermok an çekçekûle (Barbastella, Eptesicus, Hypsugo, Miniopterus, Myotis, Nyctalus, Otonycteris, Pipistrellus, Plecotus)
  • Gaperçêvk (Vespertilio murinus)

Famîleya perçemkên bidûvik (Molossidae) biguhêre

Famîleya perçemkên bibêvilê pelgî (Phyllostomidae) biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre

  Li Wikimedia Commons medyayên di warê Perçemk de hene