Pêjgeha Afrîkayê ji tevahiya xwarin-vexwarinên li vê parzemînê hene û ji taybetiyên wan re tê gotin. Afrîka duyemîn parzemîna mezin a erdê ye. Gelek gel, kom û ber lê cihwar in. Herwiha xwedî çand, huner û estetîkeke dewlemend e.

Di xwarinên afrîkayî de fêkî, zebze, berhemên şîr û goşt cihekê sereke digirin. Di nava herêmên wê de hevparî jî gelek in, cudatî jî.

Afrîkaya navendî biguhêre

 
Fûfû (rastê) li navenda Afrîkayê navdar e

Li navenda Afrîkayê pirranî xwarinên gelêrî û herêmî tên xwarin. Herwiha siyale, fringî, îsot jî gelek tên bikaranîn. Şîraniyên herêmî, mirîşk, goştên hin ajalên kovî jî tên xwarin.

Rojhilatê Afrîkayê biguhêre

Li vir gelek cudatî hene di navbera herêman de. Xwarinên tradîsyonal û nûjen tevlîhev bûne. Bandora xwarinên erebî û hindî jî mezin e li van herêman.

Fêkî dîsa cihekê girîng digirin. Bikaranîna biharbêhnan (biharat) gelek e. Ji bandora kolonyalîzmê, xwarinên portûgalî û ewropayî jî tên xwarin.

Qilonçê Afrîkayê biguhêre

 
Kîça fît-fît, ji pêjgeha erîtreyê xwarinek e

Xwarinên ji Erîtreyê qora pêşîn tên. Berhemên şîrê, xwarinên ji masiyan û çêjên deryayê, xwarinên pêjgeha ereb, riz, şîraniyên wekî helawê, fêkî, biharbêhn (biharat) xalên girîng in.

Bakurê Afrîkayê biguhêre

Li vir bandora kûltûra Deryaya Navîn heye. Rewşa aborî jî baştirîn e. Pêjgeha ereb cihekê girîng digire. Herwiha xwarinên ji masiyan û çêjên deryayê, goşt, rûnê zeytê, kundir, fringî, kartol, zebzeyên hêşîn ên din, fêkî xalên girîng in.

Bandora xwarinên fastfood û yên ewropayî jî ne hindik e, bi taybetî li metropolan.

Başûrê Afrîkayê biguhêre

Ji pêjgeha başûr re, "pêjgeha keskesorî" jî dibêjin, rengareng e. Gelek dewlemend e. Xwarinên tradîsyonal navdar in. Di nava êl û beran de çendî cudatî hebin jî, pirraniya xwarinên herêmê hevpar in.

Fêkî, zebze, goşt, xwarinên ewropayî, masî xalên sereke ne.

Rojavayê Afrîkayê biguhêre

Goşt, zebze, biharbêhn (biharat) sereke ne. Dîsa riz (birinc), xwarinên erebî, xwarinên tradîsyonal, hêk û fêkî jî.

Wêneyên Xwarinên Afrîkayê biguhêre

Girêdanên derve (îngilîzî) biguhêre