Bêlqîs

Bajarok
(Ji Nizip hat beralîkirin)


Bêlqîs (bi tirkî: Nizip) navçeyeke Dîlokê (Entebê) ye. 5 şaredarî, 79 gund girêdayî navçeyê ne. Rûber: 1.046 km² ye. Aborî li se sinayî û çandiniyê ye.

Navçeya Bêlqîsê
Nizip
Navçeya Bêlqîsê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Bêlqîsê
Navçeya Bêlqîsê
Koordînat: 37°0′36″Bk 37°47′47″Rh / 37.01000°Bk 37.79639°Rh / 37.01000; 37.79639
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehEntab
SerbajarBêlqîs
Hejmara nahiyeyan1 nahiye
Hejmara bajarokan6 bajarok
Hejmara gundan78 gund
Qada rûerdê
 • Giştî1.046 km2 (404 sq mi)
Bilindahî
530 m (1740 ft)
Nifûs
 (2012)
135.819 [1]
 • Berbelavî129,85/km2 (336,3/sq mi)
 • Serbajar
 (2012)
100.488
Koda postayê
277xx
Koda telefonê(+90) 342
Map
biguhêreBelge

Dîrok biguhêre

Bingeha bajêr digihê 2000 sal beriya zayînê. Gorî arkeologên rojavayî li herêmê di dema paleolîtîk de cihwarbûn hebûye. Hîtît, mîtanî, asûr, fars, grek, ereb û vê dawiyê jî romiyan (tirkan) li herêmê desthilatî kirine. Herêm bi tevayî herdem di bin desthilatdariya dewlet û mîrîtiyên kurd de bûye. Di dema osmaniyan li herêmê gelek serhildanên kurdan pêk dihat. Li dijî artêşên fransiyan, di şerê cîhanî yê yekem de, kurd berxwedaneke mezin didin û wan ji herêmê derdixin. Mixabin bi damezrandina Komara Tirkiyê ve, rewşa kurdan xirab dibe. Kurd li herêmê tên asîmîlekirin û gelek koçberên Balkan û Qefqasyayê tînin bicih kirin.

Sala 1924'an Nezîb (Nizip) bi Dîlokê ve tê girêdan. Di sala 1926'an de jî dibe navçe.

Wargehên balkêş û turîstîk biguhêre

Gundên Bêlqîsê biguhêre

Navdar biguhêre

Çavkanî biguhêre