Mehmet Görmez (jdb. sala 1959 li Bêlqîs, Entab, Tirkiye) Serokê berê yê Serokatiya Karên Diyanetê (bi tirkî: Diyanet İşleri Başkanlığı ji Mijdar 2010 heta 31 Tîrmeh 2017)[2] ku bi gelemperî wekî Diyanet tê zanîn û ji hêla qanûnî ve alimê îslamî yê asta herî bilind li Tirkiye û Komara Tirkî ya Kîprosê bakur e.

Mehmet Görmez
Serokê Midûriyeta Karûbarên Diyanetê
Wezîfedarî
11ê Mijdar 2010 – 31ê Tîrmeh 2017
SerokdewletAbdullah Gül
Recep Tayyip Erdoğan
BerêAli Bardakoğlu
PaşêAli Erbaş
Jiyan
JidayikbûnSala 1959
Bêlqîs, Entab, Tirkiye
NeteweKurd
PerwerdeZanîngeha Enqere, Xwendina Îslamî[1]
PîşeHoca
biguhêreBelge

Jînengarî biguhêre

Mehmet Görmez di sala 1959an de li bajarê Bêlqîsê ya parêzgeha Entabê hatiye dinyayê. Malbatê xwe kurd e, lê Dapîra wî tirk bû. Kalên wî koçerîya başur ji xwecîhên xwe Sêwas.[3]

Ji Çiriya Paşîn a 2010ê ve Serokê Diyanetê ye û di sala 1987an de xwendina xwe ya zanîstên îslamî li zanîngeha Enqere xwendiyê û lîsansa xwe li vê fakulteyê bi dest xistiye. Paşê, li Qazaxistanê li zanîngeha Ahmet Yesevî dibe alîkar. Ji sala 1988 heya 1989an serdana zanîngeha Qahîreyê kiriye. Di sala 1995an de li Zanîngeha Enqereyê doktoraya xwe ya zanistên îslamî wergirt. Ji sala 1997 heya 1998an, li Brîtanyê dijî. Ji sala 2001 heya 2003an li zanîngeha Hacettepeyê ders daye. Di sala 2006 de bû profesor.

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) Görmez wek murted îlan kir.[4]

Ew bi tirkî, erebî, inglîzî[5] û qismî jî bi zaravayek herêmî ya kurdî bi zikmakî[6] diaxive ku li gorî hesabê wî ji sedî 50 bin bandora tirkî de ye.[7]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Diyanet İşleri Başlanlığı". www.diyanet.gov.tr. Ji orîjînalê di 15 hezîran 2011 de hat arşîvkirin.
  2. ^ "Turkey's top cleric retires from his post". Anadolu Agency. 31 tîrmeh 2017.
  3. ^ "MEHMET GÖRMEZ - Faruk Bildirici". farukbildirici.com. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2022.
  4. ^ "The Theological Battle Between ISIL and the Turkish State". War on the Rocks (bi îngilîziya amerîkî). 4 gulan 2016. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2022.
  5. ^ Bildirici, Faruk. "Protokolümüz milletin kalbiyle". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2022.
  6. ^ "Diyanet İşleri Başkanı Mehmet Görmez'den Diyarbakırlılara Kürtçe mesaj". YENİ ASYA - Gerçekten haber verir. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2022.
  7. ^ "Diyanet İşleri Başkanı Kürtçe seslendi". www.cumhuriyet.com.tr. Roja gihiştinê 29 kanûna pêşîn 2022.