Nizamettin Taş
Botan Rojhilat an bi navê fermî yê tirkan Nizamettin Taş (jdb. 1961 li Gimgim a Mûşê, Bakurê Kurdistanê), yek ji kadroyên sereke yên PKKê bû. Di destpêka salên 2000î ji PKKê vediqete, li başûrê Kurdistanê bicih dibe.
Nizamettin Taş | |
---|---|
Jidayikbûn | 1961 |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | |
Partiya Siyasî | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Sala 1986ê tevlî nava refên PKKê dibe. Sala 1995ê di nava ARGKê de dibe fermandar. Di desteya birêveber a ARGKê de peywirdar dibe, bo demekê endametiya konseya serokatiyê dike. Piştî dîl girtina serokê PKKê Evdila Ocalan, di nava wî û endamên din ên konseyê de hin nakokî derdikevin. Taş, ji partiyê vediqete.
Rojhilat, bi tevî Kanî Yilmaz, Osman Öcalan û hinekan bi navê Partiya Welatparêzên Demokrat (PWD), partiyekê dadimezirînin. Tenduristiya wî hêj di nava PKKê de bû berî bi xirab çûye, çavên xwe winda dike.