Osman Öcalan

fermandarê serbazî yê kurd

Osman Öcalan (jdb. 1958 li Emeran, Xelfetî - 15 çiriya paşîn 2021, li Hewlêrê, Herêma Kurdistanê)[1] siyasetmedarekî kurd bû.

Osman Öcalan
Osman Öcalan di hevpeyvîna Dengê Amerîka re, 2014
Jidayikbûn1958 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin15ê çiriya paşîn a 2021ê (63 salî)
Hewlêr Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Sedema mirinêNexweşiya koronayê 2019-2020 li ser wîkîdaneyê biguhêre(Sedemên sirûştî)
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Osman Öcalan birayê biçûk ê Abdullah Öcalan bû. Demeke dirêj di nav yek ji birêveberên Partiya Karkerên Kurdistanê bû.[2] Berî ku tevlî PKK bibe, dû salan li welatê Lîbyayê di fakulteya perwerde boy mamostatî dixwend lê temam nekir, piştî damezirandina PKK'ê li sala 1978, vedigere û dibe endamê partiyê, navê kod "Ferhad" hildibijêre, Li sala 1986, dibe endamê komîteya navendîya PKK, li sala 1991 dibe endamê komîteya rêveber ya PKK, ku pênc endam bûn. Piştî şerrê birakujiya sala 1992, gerilayên PKK bi lihevhatin bi PDK û YNK'ê re xwe ji sinûrên Bakûrê Kurdistanê vedikişînin û diçin gundê Zelê ser sinûra Başûr û Rojhilata Kurdistan, çiyayê Qeredax û herweha çiyayê Qendîl'ê, Li sala 1994 bo demek kin ji PKK qut dibe, lê dîsan vedigere. Li nîsana sala 2004, Osman Ocalan qerar dide ku partiyek boy gerîlayên ji Rojhilatê Kurdistanê bêt damezirandin, navê wê dikin Paritya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK). [3] Hejmara gerîyalên ji Rojhilatê Kursiqtanê piştî girtina Apo rêberê PKK li sala 1999, zêde bûbû, Berî 1999, PKK li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tine bû, lê ew rûdana girtina Apo PKK bi temamî bi Kurdên Rojhilata Kurdistanê nasand û li wir piştewanî û hezkirin peyda kir. Di havîna sala 2004, ji ber nakokiyên wî bi Cemil Bayik (Cuma) û Murat Karayılan (Cemal) re bi yekcarî ji PKK qut dibe û tevî çend hevalên xwe partiyek nû ava dikin bi navê Partiya Welatparêzên Demokrat. Piştî damezirandina PWD di navbera wî û hevalên wî de dîsa nakokî derketin û Osman Öcalan ji partiyê vediqete.

Dû caran zewicî bû, cara yekem li sala 1994 bi gerîlayek Kurda Rojhilatê Kurdistanê re, ku ji PKK derdikevin, cara dûyem li sala 2004. [4] Ji jina dûyem (Sozan Husên) ku ji eşîra Herkiye, sê kurrên wî hene, Firat, Welat û Abdullah. Heta mirina xwe bi awayek yasayî li Başûrê Kurdistanê bi cih bûbû, berê li Silêmanî, piştre li Koye, di dawî de jî li bajarê Hewlêrê. [5]

Osman Öcalan di wan salên dawî de nexweşiya şekir (diabêt) û nexweşiya pestana xwînê girtibû, tendirûstiya wî ne baş bû, lê nexweşiya COVID-19 girt, 24 se'at li nexweşaneyka bajarê Hewlêrê ma, bi wê nexweşiyê jî li 15ê çiriya paşîn (november)ê sala 2021 wefat kir, termê wî li bajarokê Pîrmam'ê hat bin-axkirin. [6]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Brother of PKK founder Osman Ocalan dies of coronavirus". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2021.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  2. ^ "PKK dissidents". web.archive.org. 7 sibat 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 7 sibat 2009. Roja gihiştinê 18 gulan 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Un champ d'action régionalisé ? Le PKK et ses organisations sœurs au Moyen-Orient". Les dossiers du CERI (bi îngilîzî). 28 nîsan 2014. Roja gihiştinê 14 sibat 2025.
  4. ^ "Osman Öcalan, le renégat amoureux" (bi fransizî). 6 çiriya paşîn 2007. Roja gihiştinê 14 sibat 2025.
  5. ^ Rûdaw Kurdî (20 tebax 2017), Osman Ocalan: Dayika min ne tirk e (Temamê hevpeyvînê), roja gihiştinê 14 sibat 2025
  6. ^ کۆچی دوایی عوسمان ئۆجەلان خەمێکی قوڵی لە دڵی خێزان و هاوڕێکانیدا جێهێشتووە, 16 çiriya paşîn 2021, roja gihiştinê 14 sibat 2025