Nihat Doğan

Stranbêjê kurd

Nihat Doğan, (jdb. 13ê sibata 1976an li Stembol) stranbêjekî kurd e ku bi eslê xwe ji bajarê Mûş a Bakurê Kurdistanê ye. Nihat Doğan muzîka gel û popa bi zimanê tirkî dibêje û di sala 1994an de bi albûma xwe ya bi navê Kırdın Kalbimi dest bi kariyera xwe ya muzîkê kiriye.

Nihat Doğan
Jidayikbûn13ê sibata 1976an (48 salî)
Stembol, Tirkiye
NeteweKurd
PîşeStranbêj, Vokalîst
Salên çalak1994–niha
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Nîhat Dogan, di 13ê sibata 1976an de li Stembolê hatiye dinê.[1] Dema Dogan yazdeh salî bû bavê wî wefat kiriye.[1] Mezinên malbata wî xwestin ku wî bibin Mûşê lê ew li ser daxwaza xwe ma li bajarê Stembolê.

Dema ku li navçeya Avcılarê ya Stembolê li baxçeyek çayê strana digot, li ser pêşniyara malbata ku li wir bûn û li Almanyayê dijîyan çû Almanyayê. Salek li Almanyayê ma lê ji ber ku nikarî li wir muzîka xwe çêke vegeriya Tirkiyeyê. Piştî vegerîna Tirkîyeyê, di sala 1994an albûma xwe ya yekem bi navê Kırdın Kalbimi derxist.

Di salên dawiyê de rastê gelek pirsgirêkan hat, wî ev pirsgirêk wiha anîn zimên: Çi tê serê min ji ber nasnameya min ê kurd tê serê min[1]

Dîskografî biguhêre

Albûm biguhêre

  • 1994: Kırdın Kalbimi
  • 1996: Ayrılık Acı Bir Şey
  • 1998: Anlamıyorlar
  • 2000: Dayan Yüreğim
  • 2001: Züleyha
  • 2002: Zor Gelir
  • 2004: Seve Seve
  • 2005: Bitanesinden Bitanesine
  • 2007: Zoruna Mı Gitti

Single biguhêre

  • 2011: "Arayamadım"
  • 2014: "O Da Can"
  • 2018: "Hey Gidi Hey"
  • 2019: "Hercai"
  • 2020: "Çoğu Gitti Azı Kaldı"
  • 2020: "Batmane Batmane"
  • 2021: "Tutulup Kaldım"

Xelatên wî biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c "Nihat Doğan: Başıma gelenler Kürt kimliğim yüzünden - Magazin - Star Gazete". web.archive.org. 26 adar 2013. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 26 adar 2013. Roja gihiştinê 14 îlon 2021.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)