Open main menu

Nefî (z. 1572 Erzirom − m. 1635 Stenbol) helbestvanê bi eslê kurd ê mezin e, Pirraniya helbestên xwe bi zimanê tirkî nivîsandiye.

Nefî
Nefi.jpg
Wêneyê Nefî
Navê rastî Omer beg Şah Mihemed begê kurrê Zulqeder
Zayîn 1572
Hesenqela, Erzîrom
Mirin 1635
Stenbol
Hemwelatî Bakûrê Kurdistanê
Esil  Kurd
Pîşe Şiêra Dîwanê û Wêjenas
biguherîneBelge

JiyanBiguherîne

Navê wî yê rastî Omer e, ji Erziromê ye. Paşê çûye Stenbolê û li wê derê di karên dewletê de wezîfe standiye. Lê ji ber rexne û gazinên xwe gelek caran têkiliyên wî û serwêran xirab bûne, û di dawiyê de ew xeniqandine. Digel zimanê kurdî û osmanî, wî zimanê farisî û erebî jî baş zanibûye. Ji bilî dîwanên wî yên osmanî û farisî, bi navê Sîham-i Kaza (Tîrên qedayê) berhevokek wî ya hîcîvan jî heye. Niha hay ji berhemên wî ya bi zimanê kurdî tune ne ka nivîsandiye yan na.

Kesekî ku ji alî Nefî ve hatîye hîcîvkirin, ji bo ku Nefî xirab nîşande wî bi bûyîna (kurdê pîs) tawanbar dike:

Nef’î-yî rû-sîyehîn nîydüşünü hep bîldîk
Kendî çîngene dîr ama babasi Kürd-î pelîd

Berhemên wîBiguherîne

  • Sihâm-ı Kazâ (helbest).
  • Dîwana Tirkî (Türkçe Dîvan)
  • Dîwana Farsî