Nadiye Murad

(Ji Nadia Murad hat beralîkirin)

Nadiye Murad Besê Taha, wekî Nadia Murad Basee Taha[1] an bi tenê Nadia Murad jî tê naskirin (z. 1993 li gundê Koço, Şingal, Başûrê Irakê), keçekê êzîdî ye. Piştî ku ji destê DAIŞê hate xilaskirin, ji wir û pê ve ji bo parastina mafên mirovan kar dike.[2]

Nadiye Murad
Jidayikbûn1993
gundê Koço, Şingal
HevwelatîIraqî
DînÊzdîtî
XelatNobel
biguhêreBelge

Wek xilaskiriyeke ji komkujiya DAIŞê ya dijî êzdiyan a di sala 2014ê de, ew di îlonê 2016ê de ji aliyê Yekbûyên Netewan (UNODC) ve wek yekemîn "balyoza taybet a ji bo rûmeta xilaskiriyên bazarkariya mirovan" hate hilbijartin.[3][4]

Di sala 2018ê de Murad, digel Denis Mukwege Xelata Nobelê ya Aştiyê wergirt[5]

Çîroka wê biguhêre

Nadiya Murad di 3ê tebaxa 2014ê de ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞ ji gundê xwe Koço hate revandin û qasî du salan bû girtiya rêxistinê.

Di vê demê de ew pirr caran hate firotin, rastî îskence û destdirêjiyê hat.

Saya malbateke misilman wê xwe ji destê rêxistinê xilas kir, ji Mûsilê reviya û dû re gihîste kampeke penaneran a li Dihokê.

Di êrîsa rêxistina terorîst DAIŞ a roja 3ê tebaxê 2014ê de, dayik û ses birayên wê hatin kustin. Bi tevahî 18 endamên malbata Murad bûn qurbanên komkujiyê.

Di adarê 2015ê de ew û xwiska xwe digel 1000 jin û zarokên din ên ku muxtaca alîkariyên taybet bûn ji aliyê eyaleta Baden-Württemberg a Almanya ve wek penaber hatin qebûklirin û bi vî havî gihîstin Almanya. Ew ji wir û pê de jiyana xwe li Almanya berdewam dike.

Daxwaza wê biguhêre

Nadiye Murad ji serî ve zanîbû ku divê cîhan fermana ku li dijî gelê wê hatiye kirin zanibe. Da ku ew bûyera hovane bê sekinandin û jin û zarokên din bêne rizgarkirin, ew di berfanbarê 2015ê de wek yekemîn êzdî li pêşiya meclîsa ewlekarî ya Netewên Yekbûyî axivî û ji rays giştî re qala wan bûyeran kir.

Ji ber xebata xwe, ew di 16ê îlonê 2016ê de li New Yorkê ji aliyê sekreterê gistî yê Netewên Yekbûyî Ban Ki-Moon ve wek „parêzgera serdar a gelê êzdî“ hate bi nav kirin û ji aliyê UNODC ve wek „balyoza taybet a xilaskiriyên bazarkariya mirovan“ hate xelatkirin. Ban li ser Nadiye Murad wisa axivî:

„Ev keça êzdî di destê rêxistina terorîst de gelek êsên li dijî mafên mirovan dît û bi berxwedana xwe ya li dijî van sûcan cesareteke mezin peyitand.“

Nadiye Murad ji roja rizgariya xwe û pê ve ji bo qebûlkirina komkujiya li dijî êzdiyan kar dike û bûye dengê bi hezaran jin û zarokên ku hê jî di destê DAIŞê de ne. Ew daxwaz ji raya giştî ya cîhanê de ku bêdeng nemînin û ji bo zelalkirina sûcên rêxistinê kar dike da ku ew bêne cezakirin.

"Dewleta Islamî bi sekleke rêxistî dixwaze gelê ezdî tune bike". Ji îlonê 2016ê û pê ve parêzgera bi nav û deng Amal Clooney alîkariya wê dike ku sûcên DAIŞê bigihînin pêşiya Dadgeha Navnetewî.

Bi tevahî qasî 6500 ezdî hatine revandin, ku di nava wan de 3500 keç û jin in. Hê jî 1700 ezdî di destê DAIŞê de ne. Qasî 1300 kes ji aliyê rêxistinê ve hatine kuştin û 2700 zarok bûn sêwî.

Çapkirinên wê biguhêre

* digel Jenna Krajeski: The Last Girl: My Story of Captivity, and My Fight Against the Islamic State. Virago, London 2017, ISBN 978-0-349-00974-2, (bi îngilîzî).

Xelatên wergirtî biguhêre

Hêjayî gotinê ye çalakvana êzdî-elman ya mafên mirovan Düzen Tekkal berxwe da ku dengê Nadiye Muradê bigihîne raya gistî ya cîhanê. Pistî ku siyasetmedarên iraqî pistgiriya xwe ji bona berendamtiya Nadiye Murad diyar kirin, siyasetmedarê norwêcî Audun Lysbakken pistî hevdîtina ligel Murad bi awayeke fermî serlêxistina wê ji bo xelata Nobelê ya sala 2016ê gihande komîteyê. Lysbakken hê di salê 2016ê de pistgiriya xwe ya bo Nadia Murad ji AP re wiha anîbû ziman: "Em xelateke astiyê dixwazin, ku cîhanê siyar dike û nahêle di nava ser de destdirêjî wek çek bê bikaranîn."

Di 10ê çiriya pêşîn a 2016ê de Nadiye Murad ji aliyê Civîna Parlamenteriyê ya Meclîsa Ewropayê ve bi Xelata Mafên Mirovan a Václav Havel hate xelatkirin.

Di 27ê çiriya pêşîn a 2016ê de serokê parlamena Ewropayê Martin Schulz diyar kir ku ewê Xelata Saxarov a parlamena YE bidin Nadiye Murad û Lamiya Ajî Beshar. Di 13ê kanûna pêşîn a 2016ê de xelatê gihandin wan.

Di 5ê çiriya pêşîn a 2018ê de ew bi xelata Nobelê ya astiyê hat xelatkirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 7 çiriya pêşîn 2018 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 tîrmeh 2021{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  2. ^ "ji wikipediya Engilîzî".
  3. ^ Ebralidze, Tariel D.; Ebralidze, Nadia A.; Bazadze, Murad A. (1 kanûna paşîn 2002). "Weigert's effect mechanism observed in dyes". Applied Optics. 41 (1): 78. doi:10.1364/ao.41.000078. ISSN 0003-6935.
  4. ^ author., Murad, Nadia,. The last girl : my story of captivity and my fight againt the Islamic State. ISBN 978-0-349-00977-3. OCLC 1083304592. {{cite book}}: |paşnav= sernavekî giştî bi kar tîne (alîkarî)CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ http://waarmedia.com/یونامی-به%E2%80%8Cخشینا-خه%E2%80%8Cلاتێ-نۆبل-ب-نادیه/[girêdan daimî miriye]