Denis Mukengere Mukwege (/mʊkˈweɪɡi/) (jdb. 1ê adara 1955ê) pizişkekê nesaxiyên jinan û wergirê Xelata Nobelî ye. Ew xelkê Komara Demokratîk a Kongoyê ye. Wî Nexweşxaneya Panzî li bajarê Bukavuyê damezirand ko bi rengekê taybetî çaresera wan jinan dikir ko ji kevtibûn ber destdirêjiya seksî ya destekên çekdar. Wî bi hezaran jin çareser kirine ko hingavtiyên namûshingavtina destekên çekdar yên dema şerrê duyê yê Kongoyê bûn, hindek rojan di 18 saetên karê xwe yê rojane da, wî zêdetir ji 10 niştergerî ji bo wan jinan dikirin.

Denis Mukwege
biguhêreBelge

Di sala 2018ê da, wî û Nadiya Miradê bi hev ra Xelata Nobelî ya Aştiyê "ji ber bizavên ji bo nehêlana tundîtîjiya seksî wekî çekekê dema şerr û alozî yên çekdar" wergirt.

Çavkanî biguhêre