Nûrbexşiye

Terîqet

Nûrbexşiye, anku terîqeta nûrbexşiyeyê, terîqeteke sofîyan e ko mirîdên Mehmedê Nûrbexş damezirînerê wê terîqetê ne. Ev terîqet bi xwe tayek ji tayên terîqeta kubrewiyeyê ye ko damezirînerê wê Necmedînê Kubra ye.

Mehmedê Nûrbexş yek ji şagirdên Ishaqê Xetlanî bû û di baweriyên dînî yên xwe da jî şîe bû. Mehmed Kerîmê Xurasanî di pirtûka xwe ya bi navê el-Tenbîhat el-celiye fî keşf el-esrar el-batiniye da behsa wê nake ko Mehmedê Nûrbexş mirîdê Necmedînê Kubra bûbe. Lê dema behsa wan 14 an 16 terîqetan dike ko mirîdên Meirûfê Kerxî ne, navê terîqeta nûrbexşiyeyê jî diîne. Paştir, Mehmedê Nûrbexş xwe wekî îmam Mehdî daniyasîn. Li goreyê Daîret ul-mearifê farsî ya Xulamhisênê Musahibî ji ber vê, nûrbexşiye jî wekî cewriye û qizilbaşan li pey meremên siyasî bûn. Ew her weha dibêje ko baweriya wan têkhileyek bû ji baweriyên sunniyan û şîetiyê. Bi ser wê ra, bi sedema xurbûna sefewiyan li Îranê wan nekarî gelek bi pêş bikevin. Lê li derveyî Îranê, nemaz li Keşmîrê belav bûn.[1]

Di nav navdarên kurdan da jî dihêt gotin ko Hisamedînê Bedlîsî babê Îdrîsê Bedlîsî jî li ser vê terîqetê bûye.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ دائرة المعارف فارسی، غلامحسین مصاحب، ج3، ص2072