Mevlut Aykoç

Lêkolînerê kurd

Mevlut Aykoç lêkolerekî kurd e ku zêdetir li ser ziman dixebite.

Mevlut Aykoç
Mevlut Aykoç di Fuara Pirtûkan de
Jidayikbûn1963
Bazîkan (girêdayî Gimgima Mûşê)
Zimanê nivîsinêKurmancî
NeteweKurd
Berhemên navdar
Ferheng / Sözlük (2013)
biguhêreBelge

Heyat biguhêre

Di sala 1963an de li gundê Bazîkan ya bi ser Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî pêşî li gundê Bazîkan, dû re li Çorum û Xarpetê xwendiye. Dibistana navîn û lîseyê li Akçadaxa Meletiyê temam kiriye. Pey re di 1984an de li Zanîngeha Yuzuncu Yilê beşa mamostetiya dibistana seretayî xelas kiriye. Çendekê mamsotetiya dibistana seretayî kiriye. Di komeleyên Eğitim-Sen, Komeleya Mafên Mirovan û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de rêveberî kiriye. Tevî Xunav Altûn, Weşanxaneya Arê ava dike. Kovara Perperok ya zarokan û Kovara Ciwanzar yê ji bo ciwanan diweşînin. Di hin kovar û malparan de jî nivîsên wî derketine.[1]

Berhem biguhêre

  • Hîndekariya Xwendin û Nivîsînê, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol, 2011.
  • Ji Qeraxên Dilan, Weşanên Ar, Stenbol, 2012, Çîrok.
  • Ferheng / Sözlük (Kürtçe - Türkçe / Türkçe - Kürtçe), Weşanên Ar, Stenbol, 2013.
  • Kendi Kendine Kürtçe Öğren, Weşanên Ar, Stenbol, 2015.
  • Rêziman'a Destî, ISBN 978-605-4809-51-6, Weşanên Ar, Stenbol, 2016.
  • Kürtçe Okuma Yazma Öğrenme, Weşanên Ar, Stenbol, 2019.
  • Kürtçe Konuşma ve İletişim Kılavuzu, Weşanên Ar, Stenbol, 2019.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Rêziman'a Destî. Stenbol: Weşanên Ar. 2016. rr. ji rûpela pêşîn, beşa otobiyografiyê. ISBN 9786054809516.