Mescîda Quba an Mesjid-i Quba, (bi erebî : مسجد قباء : Mesjid Al Quba ) yekem mizgefte ku di ola Îslamê de hatiye avakirine. Mescîd ji aliyê pexemberê Îslamê Muhemmed li gunde Quba nêzîkî bajarê Medîne hatîye avakirin. Dî avakirinê da pexember bî xwe jî kar kiriye.

Mescîda Quba
Mizgefta orîjînal a Quba ya li Medîneyê, ya ji aliyê pêxember Muhammed ve hatiye çêkirin.
24°26′21″Bk 39°37′02″Rh / 24.4392°Bk 39.6172°Rh / 24.4392; 39.6172
DewletErebistana Siûdî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
Dema avabûnê
  • 622 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Damezrîner
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Quba gundekî li ser rêya Meke-Medîneyê û 6 kîlometreyan ji Medîneyê dur e. Gund di nav waheyek bi darên xwe yên xurmeyên navdar bu, hatîbu avakirin. Gund nave xwe ji bîreke li wîr hildabu.

Pêxember ji Mekê derket û piştî rêwîtiyeke yazdeh rojan gihîşt Qubayê, li mala Kulsum bint Hidm ku yek ji kurên Amr bîn Awf, şaxeke Ewsê ye, wek mêvan ma. Di mala Se'd bîn Heysem de bi hevalên xwe re sohbet kir. Koçberên ewil ên ku hatibun Qubayê, cihekî ku ji bo zuhakirina xurmeyan te bikaranîn, kiribûn mizgeft. Pêxember ev der fireh kir û Mizgefta Quba ava kir. Mescîda Quba ji çar dîwaran pêk dihat ku deştek çargoşe dorpêç kiribû. Pêxember, piştî ku qible ber bi Kabeyê ve zivirî (sal 623-h.z.) Mescîda Quba ji nû ve ava kir. Di vê navberê de, li ser dîwarê pêşiyê banek hat çêkirin û heft stûnên paralel bi wî re hatin rêzkirin. Li başûrê mizgeftê malên Külsum bint Hidm û Sa'd bin Heysem hebûn û ji mala Se'd deriyek alîyê mizgeftêda vedibû. Cihê ku Pêxember li mala Se'd bîn Heysem lê nimêj dikir û bi hevalên xwe re sohbet dikir, heta sala 1985'an hat parastin û di vê firehkirinê tevî mizgeftê bu

Ji ber ku nimêja li Mizgefta Quba bi umreyê re wek hev dihesiband[1], Pêxember rojên şemî û carinan duşemî û di roja 17’ê Remezanê de dema ku li Medînê bû diçû Mizgefta Quba û çavdêriya dersên Quranê yên ku li wir dihatin dayîn, dikir û bersiv dida pirsan.

Çavkanî biguhêre

Ev gotar ji agahiyên naveroka gotara wekhev a Wîkîpediyaya tirkî pêk tê.
  1. ^ Harmancı, Başak İlhan (15 nîsan 2013). "Türk Din Mûsikîsi'nde Salâ (Salât) Formu ve Salâ Besteleri". Rast Müzikoloji Dergisi. 1 (1): 154–195. doi:10.12975/rastmd.2013.01.01.0007. ISSN 2147-7361.