Mehmet Hasan Altan (jdb. 1953, li Enqere), rojnamevan, akademîker û nivîskarekî navdar ê romî (tirk) ye. Kurê (lawê) Çetin Altan, birayê Ahmet Altan e.

Mehmet Altan
Jidayikbûn11 kanûna paşîn 1953 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
Dê û bav
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Dibistana seteratayî, amadeyî û bilind li Stembolê bidawî dike. Sala 1979ê bo perwerdeya doktorayê diçe Fransayê. Sala 1980'yê ji zanîngeha Paris I. Pantheon Sorbonne destûrnameya pisporiyê digire. Angaşta wî têkiliyên Tirkiye û IMFê bû. Bi angaşta li ser têkiliyên bi YKSS û DYAyê re jî, destûrnameya doktoriyê digire. Li Parîsê bo rojnameya kemalîst Cumhuriyetê dixebite. Sala 1984ê vedigere Tirkiyeyê.

Yek ji giregirên nêrîna "komara duyem" e. Gorî wan komara yekem a di sala 1923yê de ji aliyê Mustafa Kemal Atatürk ve hatibû damezirandin, divê ji nû ve bê sazkirin. Heger Tirkiye viya neke, bi vî awayî ev komar bi xwe dibe belaya serê hevwelatiyan û jixwe bûye jî. Divê komareke demokratîk hebe ku bikêrî hemî gel, kom û berên Tirkiyeyê bê.

Altan niha di zanîngeha Stembolê de, wekî profesorê aboriyê kar dike.

Berhem biguhêre

  • Kanatlı Karınca (Gêle/moriya bibask), weşanên Nisan 1985
  • Süperler ve Türkiye (Superan û Tirkiye), weşanên AFA 1986
  • Marks'tan Sevgilerle (Xoşewîstî ji Marks), weşanên Güneş 1989
  • Darbelerin Ekonomisi (Aboriya derbeyan/cûntayan), AFA 1990
  • Matadorun Ölümü (Mirina matador), Nisan 1992
  • 'Köylüler Ne Zaman Manşet Olur' (kengî gundî dibin sernûçe), Zaman Kitap
  • İkinci Cumhuriyet'in Yol Hikayesi (Çîroka rê ya komara duyem), HayyKitap, 2008

Girêdanên derve biguhêre